Rojnemeger Tugba Tekerek hat berdan

17:00

JINHA

AMED - Rojnemeger Tugba Tekerek a ku ji bo runiştina doza Bêrîtan Canozer bi şopîne hat Amedê li ber derê Adliya Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçav kirin hat berdan.

Endama Koordînasyona Nobeta Nuçeyan Rojnemeger Tugba Tekerek ji bo şopandina runiştina doza Bêrîtan Canozer hatibû Amedê li ber derê Adlîya Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçav kirin. Tugba Tekerek ji bo ku li ber Adliyê wêne kişandiye hat girtin û birin Qereqola Yenşehîra Amedê. Tugba bi sucê wêneyê polîsan kişandina hat binçav kirin, got ku polîsan ji wê re gotiye 'Te wêneyê polîsan kişandiye' polîsan di îfadê de li ser wê êrîşa piskolojîk kirine. Tugba diyar kir ku ewê di derbarê hemu polîsan de gilîbike. Tugba piştî îfadê li qereqolê hat berdan.

(dt/zt)