'Federalî misogeriya jiyana hevbeş û demokratîk e'

09:06

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê, di rojevê de xwedî cihek germe. Rojnamevana raghandina Yekbûna Niştîmaniya Sûriya Demokratîk Nesrîn Yûsuf derbarê mijarê de nirxandin kir û got, "Sîstema federaliya demokratîk bêy ku cudakarî di nava netew û gelan de bike, berjiwandiya tevahî gelan diparêze."

Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê hat îlan kirin, di rojeva gel de cihek germ girt û li ser mijarê lêkolîn û gotûbêjên girîng tên meşandin. Derbarê mijarê de Rojnamevana raghandina Yekbûna Niştîmaniya Sûriya Demokratîk Nesrîn Yûsuf a Kantona Efrînê nirxandin ji ajansa me re kir.

'Di nava şert û mercên şer de gel hînê xwe parastinê bû'

Nesrîn qala şoreşa 5 sal yê li Sûriyê despêkiriye kir û wiha domkir, "Ji ber şer û pevçûnên giran, gel berdêlên giran da. Di nava şert û mercên şer de gel hînê xwe parastinê bû û êdî tevahî pêkhate ji bo yekîtiyê riyên çareseriyê digerin. Îlankirina sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê jî nîşan dide ku hemû pêkhate bi hev re ber bi Sûriyeke demokratîk ve diçin û gavên herî giring ber bi qonaxeke nû ve davêjin."

'Armanca dijberiyê perçekirina hêzê gele'

Nesrîn dijberiyê hin hêzên li hember sîstema federaliya demokratîk jî bi bîr xist û diyar kir ku armanc perçekirin hêzê gele û wiha pêde çû, "Ji ber berjiwandiyên xwe dijmintiya sistema gel dikin. Armanc dijberiyê perçekirina hêzê gele. Li gorî vê jî tevgerên xwe pêş dixin. Ji hêla din ve kesên ku dibêjin tenê Kurdan federalî îlan kiriye, bila çavên xwe baş vekin û bên li Rojava û Bakûrê Sûriyê cihên ku hatine rizgarkirin temaşe bikin. Dê rastiya ku hemû pêkhate bi hev re vê sîstemê birêve dibin, bibînin."

Nesrîn di dawiya axaftina xwe de Sîstema Federaliyê li gelê Sûriyê pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Rastiya ku Federalî di nava xwe de dihewîne ew e ku mafê her pêkhateyekî bêcudabûn diparêze. Federalî misogeriya jiyana hevbeş û demokratîk e."

(hs/rc)