Welatek bifikirin: Malbat ji bo girtina cenazeyên xwe 65 roj di nobetê de ne!
09:06
JINHA
AMED - Ligel ku qedexe hatî rakirin dagirkeriya dewletê li Surê berdewam dike û malbat ji bo wergirtina cenazeyên xwe 65 rojin di nobetê de ne. Malbatan diyar kirin ku cenazeyên anîne nexweşxanê ji ber nayê nasîn zehmetî dikêşin û gotin, "Ev ne mirovahî hovîtiyek mezine." Malbatan da zanîn ku ew ê heya cenazeyên xwe werbigrin dê nobeta xwe berdewam bikin.
Dagirkeriya hêzên dewletê ya li ser navçeya Sura Amedê di roja 118'an de berdewam dike. Malbatên ku nekarîn cenazeyên zarokên xwe werbigrin 65 roje çalakiya xwe yê nobetê li Navenda Çanda Firat Dicleyê berdewam dikin. Malbatan diyar kirin ku cenazeyên zarokên wan ên rakirine nexweşxanê jî, ji ber îşkenceya zêde heya niha ne hatine teşîs kirin. Malbatê Turgay Girçek yê ku di 16 Çileyê de hatî qetilkirin û malbata Ramazan Ogut dan zanîn ku heya ew cenazeyê zarokê xwe wernegrin dê çalakiya nobetê bi dawî nekin.
'Dibe ku cenazeyê kurê min di bin xerabeyan de be'
Dayîka Turgay Gîrçek Makbûle Gîrçek anî ziman ligel ku pevçûn li Surê tine bû jî kurê wê hatî qetilkirin û got destûr nayê dayîn ku cenazeyê xwe werbigrin. Makbûle wiha got, "Di 16'ê Çileyê de kurê min hat qetilkirin. Ji wê rojê heya niha em di çalakiyê de ne û me ti encam negirt. Hevjînê min wêneyên kesên hatî qetilkirin tev nêrî, rûyê wan nayê nasîn, ji ber vê nayên teşîskirin. Yek ji wan kurê mine gelo em nizanin. Dibe ku cenazeyê kurê min di bin xerabeyên ku birine de be. Gumanê me heye. Qedexe rabû lê dagirkerî û dorpêç dewam dike. Em dixwazin cenazeyên xwe werbigrin û dexwaza vekirina korîdorek dikin."
'Her bêhna ku têm Surê kurê xwe hîsdikim'
Makbûle da zanîn ku heya ew cenazeyê zarokên xwe negrin dê dev ji çalakiyê nobetê bernedin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Turgay li taxa ku lê dayîkbûye hat qetilkirin. Her cenazeyek ji Surê dertînin em diçin dinêrin ka zarokê meye an na... Lê yek ji wan hîna ne hatî teşîs kirin. Ji ber nayên nasîn. Bila zarokên me bi kepçeyan dernexin, sê heyvin zarokên me li erdêne. Ez têm Surê wekî ku kurê min vir bendê mine, nikarim li malê rûnim. Bila êdî îşkencê li zarokên me nekin. Zarokên me qetil kirin, bila cenazeyên wan bidin me. Heya ku cenazeyên zarokên me nedin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin."
'Cenaze nayên nasîn'
Xizma Ramazan Ogut Remziye Solak destnîşan kir ku gelek cenaze anîne nexweşxanê lê radestî malbatê nayên kirin û wiha domkir, "4 heyvin Ramazan hatî qetilkirin, ji wê rojê heya îro em di çalakiya nobetê de ne. Hîna me cenazeyê Ramazan nestand. Yê ku tê kirin ne mirovahî hovîtiye. Gel hem hat koçkirin hem jî zarokên wan hatin qetilkirin. Cenazeyên anîne nexweşxanê nayên nasîn. Zarok tên qetilkirin, tînin nexweşxanê lê radestî malbatê nayê kirin. Ji nav cenazeyên ku ji Surê derxistine me nêrî Ramazan nîne. Ji xwe cenazeyên tên girtin jî nayên nasîn. Qaşo li Surê qedexe rabûye lê destûr nayê dayîn em biçin hundir. Çalakiya me dê heya dawî berdewam bike."
(rc)