Elmasa 110 salî ji mafên xwe sûdê wernagre

09:07

Vîldan Atmaca/JINHA

WAN - Elmas Ayaza 110 salî a ku li Erdîşê dijî, tevahî jiyana xwe bi têkoşînek zehmet borandiye. Elmasa ku di xaniya du odeyê de dijî, neçare bi mûçeyê jinebî kurê xwe yê bê kar û bi malbata xwe re parvebike.

Ji ber pergala desthilatdariyê jin rastî tundiyên giran tên û têkoşîna jiyana zehmet didin. Ji ber vê yekê jin piştî tên dinê rastî zehmetî û êşên jiyanê tên. Elmas Ayaz 110'e salî yê ku têkoşînek dirêj di jiyana xwe de daye, ligel temenê wê yê mezin li hember xizanî û nexweşiyan têdikoşe. Elmasa dervî mûçeyê jinebiyê ku di mehê de tenê 500 lîreyan distîne tu çavkaniyê debariyê wê nîne. Elmas di warê aborî de alîkar3ı dide kurê xwe yê bê kar û neviyên xwe.

'Dema ku neviyên min birçîbin ez nikarim bi xwe bifikirim'

Elmas ligel ku dilovaniya xwe yê li hember nevî û 6 zarokên xwe diparêze. Elmas diyar kir ku ji bo nexweşiyên xwe ên ji hev cuda nikare derman bistîne û wiha got, "Eger mûçeyê ku distînim pê derman bigrim, neviyên min dê birçî bimînin. Dema ku neviyên min birçîbin ez nikarim bi xwe bifikirim. Ji ber vê mûçeyê ku distînim ji bo debara mal didim." Elmasa ku nikare êdî jiyana xwe bi rêve bibe diyar kir ku ew nikare ji gelek mafên ji pîran re tê nasîn sûdê werbigre û wiha domkir, "Gelek mafê min ji dewletê heye. Lê dewlet mafên min pêşwazî nake, ne xizmeta xwedîkirin û ne jî xizmetên tendûristî tê kirin. Ligel temenê xwe yê mezin serî li weqfê didin lê encam nagrim."

'Pereyê ku du meh carek digrim pêdiviyê min pêşwazî nake'

Elmas destnîşan kir ku ew her di nava jiyanek bi xizan de jiyan kiriye û got, "Hevjînê min di salên borî de jiyana xwe ji dest da. Min zarokên xwe di nav şert û mercên jiyanê ên giran de mezin kir. Zarokek min yê 10 salî ji ber xizaniyê jiyana xwe ji dest da. 6'ê din jî min bi zehmetî mezinkir. Niha ji nav kurê min tenê Zekî li min dinêre. Mûçeyê ku dewlet dide min, têra tiştek dike."

'Dayîka min nexweşe û pêdivî bi xizmetê heye'

Kurê Elmas Zekî Ayaz jî diyar kir ku ew maxdurê bêkariyê ye û wiha got, "Carnan di nava rojê de kar çêdibin ez wê dikim. Gelek li kar gerîm û min serî li saziyan da. Lê belê min kar nedît û encam nestand. Dayîka me gelek li ber me ked da, bi dehan car wê bidim pişta xwe ez ê nekaribim keda wê pêşwazî bikim. Ez ne wêrim diya xwe bi tenê li malê bihêlim. Dayîka min nexweşe û pêdivî bi xizmetê heye. Ji ber tenê wê pêdivî nexweşî lê giran dibe."

(rc)