Kongreya Star li Til Temir civînek li dar xist
09:07
JINHA
TIL TEMIR - Kongreya Star duh êvarê bi rojeva Bakûrê Kurdistanê û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civînek ji bo jinan pêk anî.
Bi pêşengiya Kongreya Star şevê din li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê bi beşdarbûna dehan jin li dibistana Nayîf Salîm civînek pêk hat. Di civînê de tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên ser bakûrê Kurdistanê hat nirxandin. Civîn ji aliyê endama Kongreya Star Jiyan Hesekê ve hat rêvebirin. Jiyan diyar kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan erkeke mezin dikeve ser milê jinan û got divê armanca wan azadiya Ocalan be.
Jiyan berxwedaniya li Bakûrê Kurdistanê jî bi bîr xist û wiha got, "Jinên Kurd li Bakûr mohra xwe li berxwedaniyê xistine. Gerek em wek jin xwedî li gelê xwe li Bakûr derkevin, li wir têkoşîneke mezin tê kirin û em Kurd divê destê hev bigirin."Jiyan rewşa jinê li bajêr jî bi dest girt û ji jinên Til Temir xwest ku di nava sîstema Federal Demokratîk de cihê xwe aktîf bigrin û xwedî lê derkevin."
Di dawiya civînê de jinên beşdar jî nêrînên xwe parve kirin û di tevahiya axaftinan de pêşxistina xebatên jinê di warê rêxistinî û civakî hate nîqaşkirin.
(ja/hs/rc)