Gulşen İşeri: Divê em li hember vegera bajêr kolanên xwe biparêzin
09:28
Ceren Karlıdag/JINHA
STENBOL - Nivîskar û Rojnameger Gulşen Îşerî ya ku ser vegera bajar xebat dike diyar kir ku hêzên dewletê li Surê polîtîkaya talanê dane despêkirin û got: "Li hemberî vegera bajar banga min ewe kes cihê xwe ne terikînin. Ji ber dema ku cihê xwe diterikînin weke daxwaza dewletê dikin. Ji bo ku em ji qaosa dewletê rizgar bibin divê em tax û kolanên xwe biparêzin."
Nivîskar û Rojnameger Gulşen Îşerî berî du salan dest da pênûsê û pirtûka bi navê "Dibin sîbera agir û koçberiyê de" girêdayî veguherîna bajar nivîsiye û di derbarê wê mijarê de wiha qala guherînên ser Amedê dike; "Ew hirsa kar û ser maye ya qediyanê nizane niha jî ser Amedê berdewam dike..." Ser navçeya Sura Amedê di rojnameyên fermî de dibin sernava "Lezgînî kamokirin" de polîtîkayek nû ser didin meşandin. Gulşen a ku demdirêje ser vegera bajar û birînên ku ji ber wê hatine vekirin dixebite Sur û bi lezgînî biriyarên ser derketine xistina meriyetê nirxand.
'Şer bahane rant şahane'
Gulşen protokola ku Şaredariya Başarê Mezin a Amedê di derbarê çêkirina TOKÎ yan de di sala 2012-2013'an de îmzakirî bibîrxist û wiha domand: "4 salin mijara vegera bajar tê nîqaşkirin. Lê mirovên vê na pejirînin hene. Dema ku şer despêkir êdî vegeriya mijarekdinê û em êdî ser şer dipeyîvin. Dema ku nû qedexe despêkir ez çum li wê, wê demê jî min got li vêderê ratn heye. Rewşek a şer bahane, rant şahane heye."
'Dilê Amedê nava Surê ye'
Gulşen di sala 2015'an de daxuyaniya Desteya Wezîran a "Amed û vegera bajar" jî bibîrxist û got: "Dilê Amedê nava Surêye û hun wê derê kêr dikin. Konaxê Hasanpaşa ji îbadetxaneyan heya pirçandiyê weke muzayekêye, lê dewlet şer dike hincet û dibêje; 'Mirov nikarin li vêderê bijîn. Divê em lezgîn vêderê valabikin.' Li aliyekê şer aliyê dinê jî rant. Birastî jî dewlet Surê gasp dike."
'Bi hêviya dibe ku ez berekê bibînim'
Gulşen da zanîn ku dema ew çuye Amedê dîtiye ku welatiyên ji nava Surê derketine cardin bi hêviya vegera cihê xwe ne û wiha berdewam kir: "Hinekan cihê xwe berdane û çune, lê gelek jî cardin dixwazin vegerin cihê xwe. Gelek ji wan bi hêviya; 'Dibe ku mala me hilweşandine, lê ezê binêrim dibe ku kevirekê bibînim' li cihê xwe dinêrin. Hilweşandin û qetilkirin hestên ayîdnebûna wî cihiye... Heta tenê daxwazên wî miletiyê hewandinê hebe jî ji ber Tirkiye ne dewletek civakiye suc dike. Li vêderê birîna herî kur mafê hewandin û jiyana welatiyan binpêdikin. Lê mirovên jiyanê digirin jî hene. Mirovên koç kirin û çun jî li cihê çuyînê rastî zoriyên jiyanê tên û dibêjin; 'Em ne mirovên di sîtan de bijînin.' Mirovên ku malên xwe bi 60 hezar lîreyan dayîn, bi buhayek hîn zêdetir mal digirin. Dewlet bi hinceta, 'Em dixwazin mirovên me baş bijîn. Li vêderê rêjeya suc kirinê pir zêdeye' nêzî wan dibe. Lê karê ku dikin mirovan hîn zêdetir teşvîkî suc dikin. Ji ber mirovan pereyê biçin navendê nîne."
Gulşen wiha dom kir: "Dema ku mirov cîranên xwe yên 70 salan bihêlin û biçin wêdemê tenê dimînin. Gelê kurd gelek berxwedêre, mirinê didin berçavan û derdikevin kolanan. Weke Hevselê bila ji bo malên xwe jî derkevin kolanan. Banga min ji bo her kesên bûne mexdurê vegera bajar; cihê xwe terikandin û çuyîn bi daxwaza dewletê kirine. Ji bo ku em xwe ji kaosa dewletê xilasbikin divê em tax û kolanên xwe biparêzin."
(zt)