Jinên Cizîrê: Hêvî û piştevaniya me hîna bi hêze
11:59
JINHA
ŞIRNEX - Piştevanî û berxwedana jinên Cizîrê ên ku malê wan di êrîşa qirkirinê de hatine rûxandin mezin dibe. Jinên ku gotin, "Ev bûyer dê tev derbas bibin" zend û bendê xwe ji bo xebatê ji nûve înşayê badan.
Li Cizîrê piştî qedexeya derketina kolanan hat rakirin, gel bi rûhê piştevaniyê ji nû de dest bi înşakirina jiyana nû kir. Li taxên Cudî, Sur, Nur û Yasefê ji ber êrîşên bombeyî mal tev hatine rûxandin û amûrên di malan de tev xirabûne. Li her 4 taxên ku tevahî mal ziyan dîtiye, gel bi kedek mezin xwedî li malên xwe dertên û ji bo înşakirina jiyanek nû zend û bendê xwe badan.
'Xanî hilweşîn ne piştevaniya me'
Emîne Gers diyar kir ku ew bi kedek mezin xaniyê xwe avakirine û wiha got, "Piştî qedexeyê ji ber hêzên dewletê êrîşên giran pêk anîn, em neçar man derkevin. Piştî em vegerîn me dît malê me tev ziyan dîtiye û gelek tiştên me hatine birin. Ligel vê yekê li taxê me komkujiyek mezin pêk hatiye. Em ê vê yekê qet ji bîr nekin. Bi piştevaniyê em ê xaniyên xwe ji nûde avabikin. Xanî hilweşîn lê piştevaniya me hîna bi hêze. Em ê xaniyên xwe ji nûde înşa bikin."
'Pêk anînên li vir ser navê gelê Tirk hat kirin'
Fevziye Teker destnîşan kir ku hêzên dewletê ligel êrîşên xwe dijûnên zayendîperestî kirine û wiha got, "Ez mirovên vî welatî famnakim. Hêzên dewletê li Cizîrê malek ku ne ketibin nema, mirovan qetilkirin lê kes deng dernexist. Lê wêneyek ku di odeyê xewê de hatî kêşan du roj dibe rojevê nîqaşan. Li Cizîrê mirov hatin şewitandin. Mirov bi rojan di jêrzemînan de bendê avêbûn. Ev yek ne bese bedenê jinan teşîr kirin. Kes ji vêre deng dernexist. Ev pêkanînên li vir tev ser navê gelê Tirk hatin kirin. Ji bo Cizîrê her kes bêdengiya xwe parast."
'Piştevaniya me dê birînên me derman bike'
Halîme Akmeşe ya ku li taxê malê wê tev hatî rûxandin diyar kir ku piştî qedexeyê bi 15'e rojan ew neçar maye ji taxê derê. Halîme da zanîn ku salên borî dema gundê welatiyan ji aliyê hêzên dewletê ve hatî hilweşandin bi piştevaniya gel ji nûde hatine çêkirin û wiha pêde çû, "Bê guman dê ev roj jî derbas bibin. Em jinên bihêzin. Berî 20 sal gundê me hatibûn valakirin û xirab kirin. Wan deman çewan me derbaskir ev jî dê derbas bibe. Roj ne roja girî û xwe kişandina koşeyê xwe ye. Tenê piştevanî dê birînên me derman bike. Li vir mirov qetilkirin. Ew mirov xwedî vî axîbûn. Ew tu car nemirin û dê her dem hebin."
'Em ê tune nebin'
Nahîde Eren jî wiha got, "Xaniyê min bi temamî hat hilweşiyaye. Ev yek dê derbas bibe. Niha min dest bi avakirina malê xwe kir. Salên borî gundê me bombe kirin. Lê em tune nebûn û niha jî em ê hebûna xwe bidomînin. Ez ê bi destê xwe ji nûde malê xwe avabikim. Ez ê pêdiviyên xwe tev yek bi yek bistînim. Lê xwazî her tişt malbaya. Canên ku me wenda kirî wek tiştên malê hatiba..."
(rc)