Meral Camci: Ez ê şopdarê gotina xwe yê aştiyê bim
13:13
JINHA
STENBOL - Meral Camci ya ku belavoka "Em ê nebin hevparê vî sûcî" îmze kiriye û derbarê wê de biryarê girtinê hatî standin îro ji Fransayê vedigere Tirkiyê. Meral ya ku berî bê nameyek nivîsî got, "Em ê wan dîwaran rakin û azad bibin" û diyar kir ku ew ê şopdarê gotina xwe yê aştiyê be û têkoşîna xwe bidomîne.
Ji akademîsyenan Hîndekar Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya, Alk. Doç. Dr. Esra Mungan û Doç. Dr. Kivanç Ersoy ji ber belavoka "Em ê nebin hevparê vî sûcî" îmze kiribûn hatibûn girtin. Yek ji akedemîsyenên ku derbarê wê de biryarê girtinê hatî girtin Alk Doç. Dr. Meral Camciye. Meral ji ber ku çûbû ziyareta keça xwe yê li Fransayê tevî hersê akedemîsyenên din ne hatibû girtin. Meral Camci îro ji Fransayê vedigere Tirkiyê. Meral berî vegere ji koma Akademîsyenên Ji bo Aştî nameyek nivîsî.
Nameyê Meral Camci wiha ye:
"Silav hevalên hêja,
Ez sibê vedigerim erê, ne ji bo mayînê ji ber ziyaretek ez çûbûm. Piştî daxuyaniya me a çapemeniyê hatim ziyareta keça xwe yê ku li Parîsê ev 4 salin dixwînê û demek mam. Piştî hatina min bi sê rojan bi ser malê min de girtine û biryarê binçavkirinê xwestine. Her çiqas di warê fîzîkî de ez ne li ba we bim jî, di warê fikrî û dil de her dem li gel hevalên xwe yên hêja ên di girtîgehê de me. Ji roja yekê de min nexwest ez vir bimînim ango ziyareta xwe dirêj bikim. Bi riyê parêzerê min yê hêja ji biryarê girtinê re îtîraz pêşxist û heya niha da rewestandin. Ez bi hêvîbûm ku hevalên min ên rastî ne heqî hatine vegerin jiyana xwe yê asayî. Lê nebû, ji ber vê min duh biryar stand û bîletê riyê xwe min birî hevalên hêja. Di 30'ê Adarê de Roja Çarşemê saet 14.20 ez ê li balafirgeha Yeşîlkoyê bim.
Vê daxuyaniyê ji ber parvekirin û qîmeta ku didim piştevaniya hevaltiyê didim. Vegera min bê guman biryarek ji dil û bi vîne. Ji bo min ev biryarek jê nevegere. Ev biryar mîna îmza û daxuyaniya çapemeniyê a ku min daye girînge. Di nava aştî de, wekhev, bi rengên cuda jiyankirin û bi baweriya xwe yê li hember welatek demokratîk biryarê min zelale. Ez têkoşîna aştî wek pêvajoyek dibînim. Niha jî em di demek wê dene. Paşaroja wê heye û dewama wê dê were.
Ligel her tiştî jî min hêviyê xwe ji welêt ne birî. Me aştî xwest û em li pay çareseriyê ne. Em ê binpêkirina maf ên ku li zanîngehan pêk tên jî teşîr bikin. Me got em ê zanîngehan jî biguherin li vî welatî... Ji bo ciwan, zarokên vî welatî û xwendekarên ku bi zorê ji wan vediqetim deyîndarim. Eger dibêjin beramberî jiyanek bi rûmet û bi maf wiha ye bila kerem bikin. Bi serbilindiyek mezin em ê parastina xwe bikin û riyê xwe dewam bikin.
Barê dilê me hevpare hevalno... di gotûbêjek bi hevalek xwere min wiha gotibû. Ne girînge em li kîjan aliyê diwarbin, piştî ku em azad nebin. Em ê wan dîwaran rakin û azad bibin. Ji hundir û derve, divê ez niha li wir bim. Bê guman hûn Parastina Socrates dizanin, wiha dibêje 'Cezayê herî mezin surgunkirina miroveke'. Ez bi vîna xwe yê azad, jiyanek ku min hilnebijartiye nikarim bijîm. Ez ê şopdarê gotina xwe yê aştiyê bim û têkoşîna xwe bidomînim.
Ev rê tenê ji Hezîranê heya roja îro ji bo min riyê mirovahî û bûyîna însane. Her wiha ji bo xebatê zanistî, lêkolîn û afrîneriya min ev yek derbasdare. Bi heskirin û rûhê piştevaniyê..."
(rc)