Dê SKM di derbarê polîsê tacizci de serlêdana suc bike

14:37

JINHA

STENBOL - Aktîvistên SKM'ê diyar kirin ku dê di derbarê polîsên şidet, tacîz û tecawîzê dikin de serlêdana suc bikin û tekoşîna xwe bilind bikin.

Di rojên derbasbûyî de li malên KAÎMDER ê û Wexfa Ensarê ya Karamanê 45 zarok rastî îstismara zayendî hatin, li gelek deveran hember Wexfa Ensarê çalakî hatin lidarxistin. Aktîvîstên Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) yê dema ku li ber Şaxa Wexfa Ensarê ya Stenbolê çalakî lidarxistin, rastî êrîşa polîsan hatin û gelek jin hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di dema binçavan de jin rastî dehdîdên polîsan ên tacîz û tecawîzê hatine. SKM'ê da zanîn ku dê di derbarê polîsên tehdîda tecawîz û tacîzê kirine de serlêdana suc bikin û dê li hember tacîz û tecawîzê tekoşîna xwe bilind bikin. Di civîna çapemeniyê ya ku têde endama Meclisa Jinê ya HDP'ê Beycan Taşkiran jî amadebûyî pankarta "Jin bêdeng nembûn û dê bêdeng nebin" hat vekirin.

'Yên li Kurdistanê ser jinan zilmê dikin li Tirkiyê jî heman zilmê ser jinan dikin'

Endama SKM'ê Ceren Çoban destnîşan kir ku jinên Wexfa Enser protesto kirine hatine binçavkirin û dibin çavan de rastî şidetê hatine û wiha domand: "Dema ku em li hemberî van rewşan derdikevin rastî şidet, tehdîd û girtinan tên. Dixwazin bi vî awayî me bitirsînin û binbixin. Dibin çavan de em berxwedan ji Sultan Seçik hînbûn. Yên li Kurdistanê bi teşhîrkirina bedenê jinan hewildidin tekoşîna jinan bişkênin, li Tirkiyê jî bi heman polîtîkayê ser jinên berxwedêr tindî û şidetê didin meşandin."

'Emê serlêdana suc bikin'

Ji parêzerên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) yî Kader Tonc jî da zanîn ku di demên dawî de polîtîkaya tayîbet ser jinan tê meşandin, ji bo wê jî emê bûyerên tacîz û tecawîzê bişopînin û serlêdana suc bikin.

Endama Meclida Jinê ya HDP'ê Beycan Taşkiran jî sepandinên AKP'ê ser jinan şiband sepandinên DAIŞ'ê yên ser jinan û anî ziman ku AKP ser jinan tindiyê dide meşandin. Beycan da zanîn ku li hemberî tacîz û tecawîzê tekoşîna jinan bilind dibe, jin bêdeng nebûne û dê bêdeng nebin.

(zt)