Nûçegihana me Manolya Bulut girtin binçavan

14:46

JINHA

ERZIROM – Nûçegihana JINHA yê Manolya Bulut, li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Ataturk a Erzurumê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Nûçegihana me ya Erzurumê Manolya Bulut li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Ataturk a Erzurumê ya lê dixwend bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û birin Emniyeta Muduriyeta Eruzurumê.

Li aliyê dinê xwendekarên bertek nîşanî girtina Manolya dan jî rastî êrîşa polîsan hatin.

(zt)