Endama YPS-JIN Hayat Orhan hat oxir kirin

14:55

JINHA

WAN - Cenazeya endama YPS-JIN Hayat Orhan a ku di berxwedana 18'e rojan de li Geverê jiyana xwe ji dest dayî jinan hildan ser milê xwe û ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.

Cenazeyê endama YPS-JIN Hayat Orhan (Mizgîn Marînus) a ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran ve li Goristana Yenîmahalle ya navçeya Riya Armûşê a Wanê hate definkirin. Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî, MEYA-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de bi hezaran welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Welatiyên ku li ber Meclîsa Gel a Taxa Yenîmahalleyê hatin cem hev ber bi goristanê ve meşiyan di meşê de jinan cenazeyê Hayat hilgirtin û di meşê de dirûşmeyên "Şehît namirin", "Ey şehîd xwîna te erdê namîne" berzkirin.

'Divê em dawî li bêdengiya xwe bînin'

Piştî meşê li goristanê Hevseroka MEYADER' a Wanê Nerîman Urar sersaxî ji tevahîı gelê Kurd re xwest û diyar kir ku ciwanên li Cizîr, Sur, Nisêbîn û Şirnexê ji ber polîtîkayên şer ên dewletê jiyana xwe ji dest didin, sedema wê bêdengiya gelê Kurde. Nerîman got, "Hevala me Mizgîn bi berxwedana xwe yê mezin li Geverê şehîd ketiye. Divê dijmin bizane ku em ê netirsin, şehîdên me ji bo gelê Kurd û mirovahiyê jiyana xwe ji dest dane. Bila banga me ji gelê Wanê re be; eger em bêdengiya xwe xirab nekin sibê ew şer dê bê vir jî. Ji ber vê divê ji bo ciwanên me nemirin em dengê xwe bidilind bikin."

'Mizgîn xwestibû ku li Geverê bê veşartin'

Nerîman destnîşan kir ku dexwaza Hayat yê ku li Geverê bê veşartin hebû û got, "Bila Mizgîn me afûbike, mercên heyî ne hêşt em dexwaza wê pêk bînin. Em ê li wir veşêrin, lê bila soza gelê Kurd û jinan ew be ku em ê heya dawî rûhê berxwedana wê mezinbikin."

'Li Geverê bi berxwedanê em ê bi serkevin'

Parlementerê HDP 'a Wanê Adem Geverî jî diyar kir ku heta ku gelê kurd azad bibe dê têkoşîna xwe bidomînin, li dijî zilmê berxwedana Bakur bidome.

Bavê Hayat, Abdullah Orhan jî di merasîmê de axivî û wiha got: "Keça min şehîda hemû gelê kurd ê ku têdikoşe û li ber xwe dide ye."

Piştî merasîmê girse bi tilîlî û çepikan derbasî mala şînê bûn.

(hk-db/rc)