Fadile ji bo hevjinê xwe ku jê agahî negirtiye di têkoşînê de ye

17:17

JINHA

ŞIRNEX- Fadîle a ku di rojên dorpêç li ser Taxa Cudiya Şirnexê de li gel zarokên xwe maye, ji wê demê heya niha hîn li hevjînê xwe digere.

Li Cizîrê ev 79 rojin ku hêzên dewletê êrîş û dorpêçên xwe berdewam dikin. Bi sedan kes qatilkirin û hîn jî nasnama gelek mirovan nehatiye zelal kirin. Fadîle Adlin a ku dema dorpêçê ser Taxa Cudî heyî, ji hevjinê xwe Abdullah Kaya agahî negirtiye. Fadîle ji bo agajiyek ji hevjinê xwe bigre di têkoşînedeye.

'Hevjinê min ne di xwest ji taxê derkeve'

Fadile got ku hevjinê wê ceyrancîye û wiha berdewam kir: "Zaroka min ya herî mezin 13 saliyê û ya piçuk hîn saleka xwe tijî nekiriye. 8 zarokên min hene. Heya heftiyek qedexe, ez li taxê bûm lê ji ber ku êrîş zêdetir kirin neçara mam ji ber zarokên xwe derkevim. Ez li hevjinê xwe geriyam min got; 'were cem me' lê nehat. Zarokê min wê demê nexweşbûn. Hevjinê min derketina taxê red kir û got; 'Ez dev ji taxa xwe naqerim.' Ji ber ku zarokên min biçuk bûn min nikarî bû li cem hevjinê xwe bisekinim. Me mînakên xwinê dan DNA yê lê hîn tu agahî nehatiye.

'Ji hevjinê min tu agahî nînin'

Fadîle diyar ku gava qedexe rabû hatiye taxê lê mala wê şewitiye û gotinên xwe wiha dawî kir: "Hevjinê min ji bo mala xwe bi pareze li taxê ma. Divê keça min a biçuk bê ameliyat kirin. Ez nizanim hevjinê min saxe an mirîye. Em liba mirovên xwe yê li gundê Katranê yê Cizîrê dimînin. Em nizanin ka em ê çiqas karibin li wir bimî nin. Em piştevaniya gelê xwe dixwazin."

(dt/zt)