Polîsan mudexeleyê kermesa piştevaniya Cizîrê kir

18:11

JINHA

EDENE- Xwendekarên Zanîngiha Çukurovayê bi armanca piştgiriya gelê Cizîrê kermese çêkirin. Polîsan xwe li hember piştevaniya xwendekaran ne girt û mudexele kir. Li gel astengiya polîsan kermesa xwendekaran rastî eleqeyek mezin hat.

Xwendekarên Zanîngeha Çûkûrovayê, ji bo piştevaniya bi gelê Cizîrê re li qada R1'ê kermesek vekirin. Polîsan bi wesayîtên zirxî qada kermesê dorpêç kirin û xwestin vekirina wê asteng bikin. Li gel astengî û dorpêçkirina polîsan jî xwendekaran bi xwarin, xişr û mişrên ku li malê çêkirin li kermesê pêşandan. Li kermesa ku bi awayekî zêde bal kişand, xwendekaran diyar kir ku pereyê jê bi dest xistine dê ji bo gelê Cizîrê rêbikin û di vî warî de her kesî vexwandin da alîkarî û piştevaniya gelê Cizîrê bikin.

Xwendekara Zanîngiha Çukurovayê Songul Altun diyar kir ew pereyên ku ji kermesê bi dest bixin dê ji bo gelê Cizîrê rêkin û wiha got, "Divê em tevahî xwendekar bi hesasî tevbigerin û ji bo gelê Kurd piştgirî bidin. Li Kurdistanê bi destê dewletê bi sedan mirov hatin qatilkirin û bi hezaran mirov bê xanî man. Em xwendekar jî ji van bûyêran re bêdeng namînin û çi ji destê me tê em ê bikin û ji bo vê jî me biryara kermese da. Me hevalan bi rihê kolektîfî xwarin û berhemên desta li kermesê derxistin firotinê. Lê polîsan xwe li hember nêzikatiya mirovahî negirt û êrîşî xwendekarên li kermese kirin. Li gel tevahî astengiya polîsan jî me kermesa xwe vekir û me tevahî me tevahî berhemên xwe jî belav kir."

Banga piştevaniyê

Songul di dawiya gotina xwe de anî ziman ku hesasbûna ku xwendekara ji kermesê re dan nîşandan ew kêfxweş kirin û pêde çû, "Ez carek din dixwazim dubare bikim, bila agirê ku li Kurdistanê gur bûyî bila hemu kes dilopek av leke û banga me bila gel piştgiriyê bidin. Tiştê ku ji destê kî tê bila wê bikin, tenê bila bêdeng nemînin. Du hefteye wek xwendekarên welatparêz ji bo piştevaniya Cizîrê, planame ku em herin Cizîrê heye. Em layîqî xwe nabînîn ku em dest giredayî di cih de bi hijmêrin û bila hemu xwendekarên welatparêz baldarbin û em wan vedixwînin Cizîrê."

Dê kermes het dawiya rojê vekirî be.

(dt/rc)