Meral Camci: Em ê vê têkoşîna xwe yî mafdariyî bidomînin
18:13
JINHA
STANBOL - Alîkara Doçent Dr. Meral Camci ya ji ber belvaoka "Em dê nebên hevparê vî sûçî" dest nîşan kir û derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn got, "Em natirsin, bi zanebûn ez vegeriyam Tirkiyeyê."
Alîkara Doçent Dr. Meral Camci ya ji ber belavoka "Em dê nebên hevparê vî sûçî" dest nîşan kir û derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn, lê ji ber li derveyî welêt bû tevî Alîkarên Doçent Dr. Mûzaffer Kaya, Esra Mûngan û Doç. Dr. Kivanç Ersoy îfade neda û piştî rojan Meral vegeriya Tirkiyeyê. Meral ya ku li Balafirgeha Ataturkê ji aliyê malbat û dostên xwe ve bi gul û çîçekan hat pêşwazîkirin, daxuyaniyek da û got, "Em natirsin, bi zanbeûn ez hatim Tirkiyeyê". Her wiha Meral got, ez dê sibê li gel parêzerê xwe ji bo îfadedayînê biçim muduriyeta polîsan.
Meral bal kişand ser rewşa akademîsyenên girtî jî û got, "Ji ber akademisyenan got aştî, hatin girtin. Em dê vê têkoşîna xwe yî mafdariyî bidomînin." Her wiha Meral malavayiya kesên ku piştgiriyê didin wan kirin.
Piştî axaftinê Meral ji balafirgehê veqetiya.
(rc)