Serap Ozûnver: Nifşên ku derûniya wan xirab avadibin

09:06

JINHA

WAN- Bertek li hember îstismara zayendî ya Karamanê her ku diçe zêde dibe. Di derbarê mijarê de aktîvîsta VAKAD'ê Serap Ozunver nirxandin kir û destnîşan kir ku nifşên ku derûniya wan xirab avadibe.

Jinên Wanê têkîldarî daxuyaniya Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu ya "cereke ev tişt kirin ji bo reşkirina saziyekî me yê bi xizmetên xwe ve derketiye pêş nabe hincet" a ji bo Weqfa Ensarê ya ku bi standala îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan hate rojevê nerazîbûn nîşan dan û gotin dixwazin bi peyva 'cara yekeme' tecevûzan rewa bikin. Aktîvîsta Komeleya Jin a Wanê (VAKAD) Serap Ozunver diyar kir ku piştî Fatma Şahîn, Sema Ramazanogul heman zîhniyeta mêr didomîne û got her roj îstîsmara zayendî yê li hember zarokan zêdetir dibe.

'Divê kesên îstîsmara zayendî pêk tînin bên ceza kirin'

Serap destnîşan kir ku ew ji daxuyaniya ku Wezîra Malbatê daye gelek şerm kiriye û got wezîr xwedî hişmendiya desthilatdariyê ye. Serap wiha dirêjî da gotina xwe, "Ewlehiya zarokan di weqfê de nemaye. Li şûna ku kesên vî sûcê kirine ji erk bên girtin, tên surgûn kirin. Dewlet polîtîkayên xwe ên şer dide pêş û hewl dide ser îstîsmarên zayendî bigre." Serap da zanîn ku îstîsmarên zayendî bandor li malbat û zarokan dike û da zanîn ku nifşên ku derûniya wan xirab avadibe.

'Ew gotinên wan hişmendiya wan diyar dike'

Civaknasa Mafê Mîrovan (IHD) ya Wanê Murat Melet jî têkîldarê mijarê wiha got, "Bi rastî baş diyare ku li Tirkiyê ne tenê ev îstîsmar hatî serê zarokan û her tim jî em tacîz û tecawîzan jî dibînin. Her ku diçe jî ew tacîz û tecawîz jî zêde dibin. Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê jî îstîsmara zayendî rewa dike. Ew jî nîşan dide ku hişmendiya wan çawaye.Vî tiştî kes qebûl nake û dijî mîrovahiyê ye."

'Bila dewlet wezîfeyên ser xwe bigre'

Murat di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku di demên borî de jî li ser îstîsmara zayendî hatî girtin û wiha pêde çû, "Malbat zarokên xwe dişînin wan weqfa jî bo xwendin û zanîstê, lê mixabin wan zarokan tacîz dikin. Dewletê bi hişmendî ew weqf û komaleyên xwe ava kirine ku zarok di nava malbatê de mezin nebe. Çawa jinek îstîsmara zayendî rewa dibîne. Bila dewlet wezîfeyên ser xwe bigre. Di welatê tirkiyê de jiyan gelek zor û zehmete. Zarokbûn jî zêde zehmetê. Eger mafê zarokan yê li Ewropayê li vir ketiba meriyetê wê demê ewqas îstîsmarê zayendî pêk ne dihatin. Bûtçeya ku ji leşker û polîsan re tê dayîn, divê ji bo xizmeta zarokan bê bikar anîn."

(hk-db/rc)