Jinên Hesekê banga tevlîbûna pîrozbahiya 4 Nîsanê kirin

09:06

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê bi munasebeta Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, banga tevlîbûna pîrozbahiyê li jinan kirin.

Jinên bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga tevlîbûnê li tevahî jinan kirin. Jinan diyar kir ku rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rojbûna tevahî mirovahiyê ye û gotin divê her kes xwedî li vê rojê derkeve.

'Gelê kurd bi vî ramanî îradeya jiyana azad nas kir'

Endama Yekîtiya Rewşenbîran Leyla Sarûxan rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê pîroz kir û wiha got: "Rojbûna Rêber Apo rojbûna sedsala zêrîn ji bo gelê Kurd û tevahî cîhanê ye. Berî ku fikir û felsefeya Rêber Apo derkeve holê, mirovahî mîna mirovekî nexweş bû û di nava gemarên civakê de jehra mirinê belav dikir. Lê piştî hatina fikir û ramanê rêbertî her tişt êdî hat guhertin, mirovahiya nexweş hêdî hêdî ber bi rehetbûnê ve diçe û ronahiya ku tarîtiyê diçirîne li nav hemêza ramanên wî avadibe. Gelê kurd bi vî ramanî îradeya jiyana azad nas kir."

'Azadiya civakê bi azadiya jin wê pêk were'

Leyla diyar kirin ku rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû rojbûneke nû ji hemû jinan re û wiha pêde çû: "Rêber Apo yekemîn kes e ku bi azadî û mafê jinê bang kiriye û ji bo wê têkoşîneke bêhempa ku di ti deveran de nehatiye dîtin kiriye. Gotina wî ya ku azadiya jinê esas digire wiha dibêje 'Azadiya civakê bi azadiya jin wê pêk were'. Ev jî wateyekî mezin di nava xwe de dihewîne û ji bo jin û civakê bingeha azadiyê ye. Em tevahî jin vedixwînin pîrozbahiya 4'ê Nîsanê."

'Jin bi fikir û felesefeya Rêber Apo hember koletiyê serî hildide'

Rêvebera Navenda Jin a Zanist û Perwerdê Firyal Ehmed rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan li tevahî cîhanê û bi taybet li jinan pîroz kir û wiha dom kir: "Rojbûna Rêber Apo rojbûna mirovahiyê, rojbûna jiyaneke azad ku têde azadiya jinê esas girtin e. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo jinê li beramberî her cure koletiyê êdî serî radike û dibe sembola qehremantî û lehengiyê dijberî tevahî sîstemên desthilatdar ku mafê wê binpê dikin. Ji bo ku em xwedî li ramanê Rêber Apo derkevin divê heya dawiyê em tecrîda li ser heyî bidawî bikin û li beramberî kiryarên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tên kirin têkoşînê bilind bikin." Firyal di dawiyê de got ew ê 4'ê Nîsanê bi coşek mezin pêşwazî bikin û ji ber vê banga tevlîbûnê kir.

(hs/rc)