BİKG: Bi giranbûna şer re şideta ser jinê jî zêde dibe

09:06

JINHA

STENBOL - Li Kurdistanê şideta dewletê, li aliyê Tirkiyê jî şideta mêran ser jin û zarokan berdewam dike. Endamên BÎKG'ê diyar kirin ku bi zêdebûna şer re şideta ser jinê jî zêde dibe û gotin: "Em niha tekoşînek hevpar didin meşandin. Ev şer her bi vî awayî naçe, emê rojekê di nava aştiyê de bi azadî bijîn."

Li Kurdistanê şer û şideta dewletê ya berdewam dike li aliyê Tirkiyê jî bi şideta ser jin û zarokan bi zêdebûna îstismara zayendî berdewam dike. Endama Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) ê Seher Kalkan bandora şer ser jinan nirxand û wiha gotin: "Di demê dawî de êrîşên zayendî zêdebûne. Em nafikirin ku ev êrîş ji şer bê aliye. Her dem dewlet şideta mêran diparêze. Jin dema aştiyê dixwazin tên cezakirinî, ev ji polîtîkaya şer ne cudaye."

'Jinan dengê aştiyê guhastiye kolanan'

Seher destnîşan kir ku piştî pêvajoya muzakereyan bidawîbû êdî her roj jinan dengê aştiyê guhastin kolanan û wiha domand: "Dema ku em muzakere dipeyîvîn hema me xwe di nava şer de dît. Jinên ku aştî dixwastin hatin qetilkirin, cenazên wan di nava kolanan de teşhirkirin an jî avêtin girtîgehan. Dibin çavan de jî bûn mexdurê şideta zayendî. Ji bo aştiyê xebatek pir biçuk jî pir binirxe. Her kes li cihê ku lêye ji bo aştiyê dikare xebat bike."

Endama BÎKG'ê Dunya Emrem jî wiha axivî: "Di dema şer de hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyê şideta ser jinan jî zêde dibe, ji xwe yên şer derdixin mêrin. Jin tên qetilkirin û zarok tên tacîzkirin. Sedemên girtinan ji ber destnîşan avêtine binê nivîsan, ji ber xwestine şer bisekine û aştî bê tên girtin. Bi heman şêweyî parêzer û rojnamegeran jî digirin."

Endama BÎKG'ê Nilgun Yurdalan jî bilêv kir ku zêdebûna şideta ser jinan bi şer ve girêdayiye û wiha berdewam kir: "Hişmendiya deshilatiya mêran ji şer, leşkeriyê heya di malê de deshilatiya mêr li ser jinê diçe. Li hemû deverên jiyanê xwe belavkirine. Dema ku li welatekê şer hebe li kolanan û di hindirê malê de şideta ser jinan pir bêwate lêdinêrin. Em li her deverê li hember şideta mêran tekoşînê dikin. Her diçe jimara jinên girtî zêde dibe. Armaca wan çavtirsandina jinên tekoşînê dikine. Divê em îro bi hev re tekoşînê mezin bikin. Ev her tim wiha naçe, dê rojek bê emê di nava aştiyê de bi azadî bijîn."

(zt)