Jin eleqeyek mezin nîşanî waneyên parastina cewherî didin

10:17

Filîz Zeyrek/JINHA

EDENE - Jinên ku li hember pergala desthilatdariya dewletê têkoşîna xwe bilind dikin, eleqeyek mezin nîşanî waneyên parastina cewherî didin. Jinên ku hêz ji Çîlem û cesaret ji Nevîn girtî bang li tevahî jinan kirin ku tevlî waneyên parastina cewherî bibin.

Piştî Stenbolê Pîrabokên Kampûsê li Zanîngeha Çukurovaya Edenê bi dirûşmeya "Li cihê ku mirov dibêje êdî bese parastina cewherî dikeve dewrê" waneyên parastina cewherî dibînin. Wane her heftê roja Yekşemê saet 15.00'an de li Zanîngeha Çukurova bê ucret tê dayîn. Jinan diyar kirin ku ew li hember êrîş û şîdeta ser jin waneyên parastina cewherî dibînin. Têkîldarê mijarê Denîz Uslu nirxandin kir.

'Li hember şîdetê em banga tevlîbûna parastina cewherî dikin'

Endama Pîrabokên Kampûsê Denîz Uslu diyar kir ku ew demek dirêje xebatên atolya parastina cewherî didin meşandin û wiha got, "Parastina cewherî li hember dewlet û rastiyê hiqûqên ku tacîz, tecevûz ji jinan re rewa dibîne bersivek pratîkiye. Parastina cewherî; mafê xwe parastinê li hember dewlet û pergala desthilatdariyê ye." Denîz destnîşan kir ku ew ji ber vê banga tevlîbûna jinan ji waneyên parastina cewherî bibin û wiha pêde çû, "Piştî qetilkirina Ozgecan Aslan wane ji aliyê pisporek ve tê dayîn. Jinên ku dixwazin tevlî waneyan bibin dikarin ser hesabê medyayê civakî yê Pîrabokên Kampûsê qeyda xwe bikin."

'Hat astek wiha ku em newêrin li kolanan bimeşin'

Denîz destnîşan kir ku ew hînê gelek hereketên parastinê dibin û wiha pêde çû, "Em di ferqa sîstema ku tecevûzkaran ceza nake dene. Ji dibistan heya meclîs tev bi gotinên zayendîperest û zîhniyetê desthilatdarî tê rêvebirin. Li hember van pêkanînên tirsnak pêwîste em pêdiviyên xwe ên parastinê pêşwazî bikin. Li welêt zêdebûna mirina zarok û jin min xemgîn dike. Hat astek wiha ku em êdî newêrin li kolanan bimeşin. Bi hêzkirina fîzîk û hînbûna hûnerê parastinê em ê ewlehiya xwe biparêzin."

(rc)