Jinên esnafên Surê: Em livirin û berxwedan berdewame

10:59

JINHA

AMED - Li gel ku ev bi heyvanin li Surê dorpêç û topbaren berdewam dikin, esnafên jinên Surê dikanên xwe vekirin û wiha gotin: "Em livirin û em ê li ber xwe bidin. Banga me ewe bila hemu gel piştgiriyê bidin."

Ji ber polîtîqayên şerê hikumeta AKP'ê li Kurdistanê dayî despêkirin li navçeya Sura Amedê jî 4 mehin dorpêç berdewam dike, esnafên navçeyê maxdur bûne. Li kolana Gaziyê qadexe rabûye esnafan ji nû ve derabên dikanên xwe vekirin û dixwazin maxduriyeta xwe dawî bikin. Esnafên jin yê li Kolan Gaziyê dibin dengê topan de dikanên xwe vekirin û firotina tiştan berdewam kirin. Rozerin diyar kir ku ew ji ber dorpêçan nikarîbûn dikanên xwe vekin û xwest êdî qadexe rabe.

'Em ne tirsiyan em ê netirsin'

Rozerîn ragihan ku di nava şer de jî wan dikanên xwe vekirina û wiha berdewam kir: "Kar nebû jî lê dîsan em dihatin me sehana xwe berdewam dikir. Wî çaxî jî em netirsiyan û hîn jî em ê netirsin. Bila gel piştgirî bide esnafên Surê ji bo ku maxdur nebin. Em livir bi heyvan bê kar man. Em di pêvjoyek zehmet de derbas dibin. Me jî wek esnafên jin bi heyvan li berxwe dan."

'Em neçun, me jiyan da Surê'

Asiye Melekdinç jî da zanîn ku ew her roj diçu Surê û dixwest bi xabite û got: "Piştî ku min Sur dît hîn bêhtir min fêmkir. Eger di vê demê de ez ne livir bûna minê xwe sucdar bidîtana. Gelê kurd bi hêze wê hertim li berxwe bide. Em ji bo hevalên li wir berxwe didin, natirsin. Em di dema şer de tucar ne ditirsiyan. Em ne tirsiyan, em ê netirsin. Gava şer heyî jî em livir bûn em bûn bersivek ji hêzên dewetê re. Bi sekna Surê, me jiyan da Surê. Mirovan gotin 'Bombe diteqin, hunê çawa biçin Surê' lê dîsan em diçun Surê. Gava ez ne diçum te digo qey bombe di nava dilê min de diteqîn. Em wek esnaf me dikanên xwe vekirin. Em bangî hemu gelê Amedê dikin bila piştgirî bidin esnafên Surê."

Oda esnafê Amedê helmeta 'Tu jî alîkarî bide esnafên Surê' ji bo piştgiriyê dan destpekirin.

(dt/zt)