Jinên Cizîrê: YPJ'ê mîsogeriya şoreşê ye
11:28
JINHA
ŞIRNEX - Bêrîkirina jinên Taxa Nûr ên vegerîn û dest bi înşayê jiyanek nû kirin, gotina ciwanan a "Ji bo me biheşte afrandine" bû. Jinan bîranîna ku ji ciwanan maye nîşan kirin û gotin, "Cîhana ku me xeyala wê avakirî, li vir afirandin."
Yek ji taxên ku li Cizîrê rastî êrîşên giran hatî Nur û Cûdi ye. Di Îlona sala borî de qedexeya ku 9'e rojan dewam kir de cardin êrîşên herî giran li ser taxa Nur pêk hatibû. Lê tax ligel ku tev hatî rûxandin welatî bi serhildêriyek mezin ser piyane. Jinên Taxa Nur diyar kirin herî zêde ji bo ciwanên ku xwestin ji wan re jiyanek nû bi afirînin û hatine qetilkirin xemgîn dibin. Zarok bi rûkenî li nava kolanên taxê dizeyîzin. Jin nivîsên ser dîwar nîşan didin û dibêjin "ciwanan van nivîsandin" û gotin, "Rê ji diz, kesên fuhûş dikin û sîxoriyê re nîne. YPJ'ê mîsogeriya şoreşê ye."
'Em neçar man ji malên xwe derên'
Welatiyên Cizîrê ligel ku xaniyên wan tev hatî rûxanidin, cardin berê xwe didin warên xwe û dest bi înşaya jiyanê dikin. Bi silavên germ bûyerên ku jiyan kirine vedibêjin. Melahat Gerçek di xaniya xwe yê hilweşiyayî de dest bi axaftinê dike. Wêneyê kur û hevjînê xwe yê di nav xirabeyan de nîşanî me dike. Her wiha dergûşa neviyê xwe. melahat got, "Ji ber pevçûn giran bû em neçar man ji malên xwe derên. Dema em vegerîn em rastî xaniyek rûxayî hatin. Niha jî em li virin û qet tiştek me nemaye. Bi kedek mezin me ev mal avakir. Niha xirabe bû payê me."
'Hûn perçeyên bombeyê dibînin?'
Em li jinên taxê guhdar dikin niha jî jinek din xaniyê xwe nîşanî me dike. Di xaniya ku tev rûxiyayî de tenê perçeyên bombeyan tê dîtin. Jina bi navê Ayşe Denîz perçeyên bombeyê nîşan dide û wiha dibêje, "Taxa Nur gelek xweşbû. Her der tar û mar kirin. Hûn perçeyên bombeyê dibînin? Xaniyê me ketine çi halê. Me çi ji wan kir? Çima tevahî cîhan li hember van kiryaran bêdenge?."
'Divê ehlaqê şer hebaya'
Sidik Turk jî da zanîn ku ji ber bombeyên ku li malê ketine, êdî mal nayê bikar anîn û wiha domkir, "Dîwarê xaniyê min hilweşiyaye. Tenê odeyek maye em di wir de dimînin niha. Ez ê komkujiya ku li Cizîrê pêk hatî ji zarokên xwe re vebêjim û wiha mezin bikim. Piştî qedexe rabû ez hatim û min malê xwe wiha dît, ji bûyerên ku pêk hatî xemgîn bûm. Li ser dîwaran gotinên nijedperestî û zayendîperst nivîsandin mirovan bi hêrs dike. Ev yek bi kîjan ehlaq an jî hişmendiyê tê kirin. Divê ehleqê şer jî hebe. Ligel van ti tişt nemaye. Her tişt kirine."
'Me wan bi tenê hêla'
Asya Geçmez jî ciwanan bi bîr xist û wiha got, "Dema ku ew ciwan li vir her der weke biheştê bû. Me wan di nava xwede hewand û gazî kir. Hatin, cîhana ku me xeyala wê avakirî, li vir afirandin. Vir bi wan xweşbû. Lê tev çûn. Me wan bi tenê hêla. Xwezî tevahî tax hatiba rûxandin lê ew neçûbana ji vir."
(rc)