ÎHD'ê Colemêrgê ji bo rewşa Geverê daxuyanî da

12:23

JINHA

COLEMÊRG - ÎHD a Colemêrgê di derbarê qedexeya derketina derve û êrîşên ser Geverê berdewam dike de daxuyanî da çapemeniyê.

Komeleya Mafê Mirovan a Colemêrgê (ÎHD)'ê der barê pêvçûnên Geverê û qedexeya derketina kolanan li avahiya ÎHD'ê daxuyani da çapemeniyê. Hevserokê HDP'ê Navçeya Geverê Fikret Turgut ji tevlî bû. daxuyanî Hevserokê ÎHD'ê Îsmail Akbulut xwend. Îsmail diyar kir ku qedexeya derketina kolanan li diji mafê mirovane û wiha got: "Pişti ku li Geverê qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin şûnde navçe xistiye bin bomberanê di van bomberaman de gelek mal hilweşiyane û gelek mirov birindar bûne. Her wiha hêzên Dewletê heya odeya welatiyan çûne li ser neynikên wan nivisên li diji mirovahiyê nivisandine. Li navçeya Geverê ji aliyê hêzên dewletê ve ser cenazeyekê kirinên hovane hatin dîtin. Li nexweşxaneya Colemêrgê ji bo ku welatiyên me yên Geverê hatine hizmeta tenduristiyê pir kême."

Pişti axiftina Îsmail Hevserokê HDP'ê Navçeya Geverê Fikret Turgut jî got ku divê bilez qedexeya derketina kolanan bê rakirin.

(zyd/zt)