Li Gurgumê berxwedan bi pêşengiya jinan didome
13:23
JINHA
GURGUM - Kurdên elewî yên li Gurgumê li dijî avakirina bajarê konteşniran ê ji bo penaberan tê avakirin bi rojan çalakiyê pêk tînin û li konan nobetê digirin. Welatiyan diyar kirin ku bi taybetî kesên cuda û cîhatciyan tînin li vir bi cih dikin û ew bi fikar in.
Li gundê Terolar a navçeya Dulkadîr yê Gurgumê ku piranî şêniyê wê Elewîne li hember kampa ku ji penebaran re bê çêkirin, lê dê çeteyên DAIŞ'ê têde bi cih bikin de çalakiya 'nobeta konê' dabûn despêkirin dewam dike. Çalakiya nobetê a ku 8 roj berdewam dike pêşengiya wê jin dikin. Gelê Elewî ji bo ku komkujiya di sala 1978'an de dûbere nejî li Gurgumê îro li ber xwe dide. Platforma Jiyana Gurgumê jî piştgirî dide çalakiya gel. Piştî jandarma di rojên borî de êrîşê kona nobetê kir, çalakî ji nûde li cihek din hat despêkirin.
Welatî diyar kirin ku dê 375 donim erd ji bo 27 hezar kes penaber bikin kamp. Çalakvana 53 salî Done Goksungur, diyar kir ku ji mêjve li taxa Terolarê dijîn û li gel nexweşiya xwe di çalakiyê de ye. Done, anî ziman ku ewil li gel 2-3 hevalên xwe çûn qadê çadir avakirin û wiha got: "30 salin em li gundê Terolarê di nava piştevanî û şêwirmendiyê de dijîn. Ji zarokan heta mezinan hemû kes di nava vê têkoşînê de cih digirin. Ev der qada me ya jiyanê ye. Ger ku li vir konbajarê konteyniran bê avakirin, qada jiyana me dê teng bibe. Mirovên me dê êdî nikaribin bêhnê bistînin. Waliyê Gurgumê dibêje 'Em dê elwehiya we pêk bînin. Ew dê çawa ewlehiya me temîn bikin. Dibêjin dê cendirmeyan dînin vir. Çima li gundê kurdên elewî van konteyniran ava dike. Ev balkêş e. Em bifikar in. Nirxên me hene. Dixwazin em ji vir koç bikin. Em dê çawa nirxên xwe li vir bihêlin u biçin."
(rc)