Li Êlihê amadekariyên 'Meşa Amara'
13:55
JINHA
ÊLIH - Tevkarên KJA yê li gel rêxistinên HDP û DBP'ê yên Êlihê bi boneya rojbûna Rêberê PKK Abdullah Ocalan civîn li darxistin û banga tevlîbûna meşa Amara yê li gelê Êlihê kirin.
Tevkarên KJA yê yên Êlihê, rêxistinên HDP û DBP'ê yên Êlihê bi boneya meşa Amara ya ji bo rojbûna Rêberê PKK Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsanê de li Amara bê li darxistin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya rêxistina DBP'ê pêkhat û gelek kes amade bûn. Di civînê de Hevseroka DBP'a Êlihê Nurten Uzumcu axivî û bibîr xist ku Ocalan di nav civak û dîrokê de lîderê girînd ê sedsala 21'emîn e û got ku Ocalan rastiya gelekî derxistiye holê û nefes daye gel. Nurten destnîşan kir ku Ocalan di serî de ji aliyê gelê kurd û gelek aliyên civakê ve tê hezkirin û bang li gel kir ku beşdarî meşa rojbûna mîmarê jiyana nû û îradeya bi milyonan gel a Ocalan bibin.
Nurten di dawiya axaftina xwe de bernameya ji bo rojbûna Ocalan li Êlihê dê pêk bên parve kir.
(bg/zt)