Ji bo Sibel Çapraz dê sibê çalakî bê li darxistin

15:19

JINHA

STENBOL - Sibel Çapraz a ku li Geverê bi guleya polîsan birîndarbûyî, piştî amelîyatê gava ji nexweşxanê derket ji aliyê polîsan ve hat girtin û şandin girtîgihê, her diçe rewşa Sibel xirab dibe. Ji bo balkişandina ser rewşa Sibel wê sibê li ber dere Girtîgiha Bakirkoya Jinan çalaki bê lidarxistin.

Endema Giştî a DBP'a Colemergê Sibel Çapraz di 27'ê Mijdara sala 2015'ê de li kolana Dizel a navçeya Gevera Colemergê ji wesayîta zirxî gule lê ket û birîdar bû rakirin xweşxanê. Piştî Sibel ameliyat bû ji xweşxanê tabûrcî bû hat girtin û şandin Girtîgiha Bakirkoyê ya Jinan. Sibel di girtîgihê de li benda derman kirinêye. Ji bo ku derman kirina Sibel tê astengkirin sibê wê li ber derê Girtîgiha Bakirkoya Jinan a Stebolê saet di 12.00 de daxwiyaniya çapeniyê bê dayîn.

(dt/zt)