'Deshilata siyasî li civaka Tirkiyê ya aştîxwaz îxanet kir'

17:08

JINHA

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a ji bo piştevaniya akamenîsyen Esra Mungan çû serdana "Nobeta Azadiyê" ya li ber Girtîgeha Bakirkoyê û got: "Ji bo aştiya civakê em bang li her kesî dikin ku li akademîsyenan xwedî derbikevni.”

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgeh yuksekdag çû serdana "Nobeta Azadiyê" ya ji bo piştgiriya akademîsyen Esra Mungan, Muzaffer Kaya û Kivanç Ersoy ên hatine girtin li ber Girtîgeha Bakirkoyê hatiye destpêkirin. Yuksekdag li vir axaftineke kurt kir û polîtîkayên hikûmetê yên li dijî akademîsyenan rexne kir. Fîgen bilêv kir ku bi girtina akademîsyenan ve daxwaza fikr û aştiyê tê dîlgirtin û wiha berdewam kir: "Li Girtîgeha Bakirkoyê daxwaza aştî û fikr hatiye dîlgirtin. Îradeya ku naxwaze bibe şirîkê şer hatiye dîlgirtin. Êrîşên li dijî akademîsyenan nîşan dide ku li Tirkiyeyê fikr di bin pêkûteyeke çawa de ye û ji bo vê yekê girîng e."

Fîgen destnîşan kir ku li Tirkiyeyê îxtidar herî zêde ji fikr û îtirazê ditirsin sedema dîlgirtina akademîsyenan jî ev e. Fîgen li hemberî pênasikirinên wekî "xayîn" "îxanet" ên Serokomar Teyyîp Erdogan û rayedarên hikûmetê yên der barê akademîsyenên aştiyê dixwazin dikin nerazîbûn nîşan da û got ku heke îxanetek hebe ew jî îxanate îxtidara siyasî ya li dijî gel e. Fîgen derbirî ku di dîrokê de desthilatdaran her tim xwestine fikt dîl bgirin lê ji ber ku hêza fikr nikare bê zeftkirin nakeve hundirê diwaran, li hil nayê, akademî bû hêza ku ji bo aştiyê civak rabe li ser piyan, ev hêz nikare bê dîlgirtin.

Fîgen bang li civakê kir û xwest li dora "çirûska azadî û aştiyê" ya ku akademîsyenan pêxistiye kom bibin, heke pêwîst bike divê 24 saetan nobet bê girtin, li dijî zilmê 24 saetan nobetê bigirin. Fîgen banga akademîsyenan ya ku gotibûn dê nebin şîrikê vî şerî bi bîr xist û wiha dom kir: “Akademîsyen gotibûn dê li pêşberî her tiştî tu carî dest ji aştiyê bernedin. Bi awayekî wêrekî nîşan dane ku vê berpirsiyariyê digirin ser xwe. Em li pişt vê vîna wan ni. Em girtina wan şermezar dikin. Em dixwazin hevalên me demildest serbest bên berdan. Ji bo aştiya civakê em bang li her kesî dikin ku li akademîsyenan xwedî derbikevni.”

‘Em li gel mirovahiyê ne’

Parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal axivî û balê kişand ser xebatên aştiyên ên Komleya Aştiyê ku berê dabû meşandin û ev tişt got: “Parêzvanên aştiyê di dadgehên awarte de ku dihatin darizandin, gotin “Zanistên ku aştiyê diparêzin tên darizandin, em vê yekê qebûl nakin. Em vê îdianameyê cîdî nagirin” bi vê helwesta xwe dadgehên faşîst teşhşîr kiribûn. Serokomar Erdogan dibêje aliyê xwe diyar bikin. Lê em dibêjin em li gel mirovahiyê cihê xwe digirin.”

‘Divê têkoşîn bibe hevpar’

Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan jî da zanîn ku akademîsyen di demên herî dijwar de dengê xwe bilind kirine û wiha got: “Şer girtina ser qetlîaman in. Divê em li dijî şer li ber girtîgehan vê têkoşînê hevpar bikin.”

‘Em ê teslîmê tarîtiyê nekin’

Seroka Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sîbel Uzun jî da zanîn ku ew ê têkoşîna akademîsyenan a azadiyê biparêzin û wiha got: “Em li pişt belavoka akademîsyenan in. Em ê akademîsyenan radestî destên tarî nekin. Ji bo şer bi dawî bibe em ê têkoşîna azadiyê bidin meşandin.”

‘Bila dorpêç rabe’

Herî dawî Hevberdevka Bloka Aştiyê Nuray Sancar axivî û wiha bi lêv kir: “Em hîşyar û di nobedê de bin. Divê dorpêça li ser akademîsyenên ku aştî û azadiyê dixwazin rabe.”

Piştî axaftinan heyet demek din jî li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan ma û piştre veqetiya.

(zt)