Li Amedê teqîn

17:54

JINHA

AMED - Li Otogara Amedê teqînpêkhat, piştî teqînê tevgera wesayîtên zirxî û abolansan despêkir.

Li Otogara Amedê teqînek mezin çêbû. Hat zanîn ku piştî teqînê pevçun derketiye, gelek wesayîtên zirxî û abolans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku dema otobusa polîsan derbasbûye teqîn çêbûye, cihê bûyerê jî ji aliyê polîsan ve hatiye girtin. Welatiyên li cihê bûyerê kombûn jî ji aliyê polîsan ve hatin gulebarankirin. Hat zanîn ku gelek mirî hene û tevgera abolansan pir zêde heye.

(zt)