Şervanên YPJ: 4 Nîsanê roja vejîna mirovahiyê ye

09:08

Rabia Êto/JINHA

KOBANÊ - Bi boneya salvegera rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) nêrînên xwe anîn ziman û Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wek rojbûna mîrovahiyê binav kirin.

Bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên Kantona Kobanê nirxandin kirin. Şervanan rojbûna Rêberê PKK'ê li tevahî mirovahî û bi taybet jî li jinan pîroz kir. Şervana YPJ'ê Rûken Gever têkîldarê rojê de axivî û wiha got, "Di şoreşa Rojava de rola jin mezine û ev yek tevahî cîhan dizane. Yê ku ev yek afirand û hebûna jinê li hemû cîhanê ronî kir Rêber Apo ye. Em 4'ê Nîsanê wek zayîna nû ya gel û jinan binav dikin û bi vê coşê hersalê 4'ê Nîsanê pêşwazî dikin."

Rûken qala bandora zîhniyeta desthilatdariyê ya li ser jinan kir û wiha got, "Jin ji hêla pergalê ve hatiye perçiqandin, kolekirin. Lê bi hebûna Rêber Apo re hêza me ya berxwedanê derkete holê. Gelê Kurd ji ber xwedî rêbertî û rêxistineke xurt nebû, hertim rastê qirkirin û komkujiyan hat. Lê bi jidayîkbûna Rêber Apo re gelê Kurd bû xwedî rêbereke bêmînak ku nasname, hebûn û têkoşîna Kurdê azad pêşxist."

'Jin bi perspektîfên Rêber Apo jiyana ehalqî-polîtîk birêxistin dike'

Rûken berxwedaniya li Bakûrê Kurdistanê bi pêşengtiya YPS-JIN wek dewama têkoşînê nirxand û wiha got: "Em salroja Rêber Apo bi berxwedaniya Sûr, Cizîrê, Nisêbîn û Şirnexê pêşwazî dikin. Asta têkoşînê hîna bilindtir bûye û gelê me ber bi azadiya xwe ve pêşve diçe. Bi vê coşê ve jin bi perspektîfên Rêber Apo jiyaneke ehlaqî û polîtîk birêxistin dike." Rûken di dawiya axaftina xwe de dubare ev roj li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanan û hevalên xwe pîroz kir û got, "Dibe ku Rêbertî bi awayeke fîzîkî ji me qut be, lê em hertim, her kêlî bi wî re dijîn. Ji ber ku Rêber Apo ji bo gel û jinan tîrêjên rojê ye. Ji bo me hêvî ye, em ê li ser vê hêviyê di rêya azadiyê de têkoşîn bikin û heya azadiya gel û jinan liberxwe bidin."

'Rastiya Rêbertî heqîqeta gelê kurd û jin derxist holê'

Şervana YPJ'ê Evrîm Axîn Rojava jî wiha got, "4'ê Nîsanê rojbûna gel e, rojbûna mirovahiyê ye. Em weke YPJ'ê silav û rêzên xwe bi hezkirina xwe, ji vir heya Îmaraliyê dişînin. Gelê Kurd û jin di derdewamiya dîrokê de her tune hatibû hesibandin. Lê rastiya Rêbertî bû heqîqeta ku di dîrokê de hatibû veşartin. Niha Rêberê me di nav çar dîwaran de di nav tecrîdeke şidandî de tê ragirtin. Em vê tecrîdê tucar qebûl nakin. Lê fikrên Rêbertiya me azad in. Ew bi felsefe û perspektîfên xwe re bi me re ye."

Evrîm xebatên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yên jinê bi bîr xist û wiha pêde çû, "Rêber Apo ji bo jina azad têkoşîneke mezin meşand û bi taybet di kesayeta dayîka xwe de lêgerîna jina azad pêşxist. Em jî şopdarê vê rêyê ne û ji niha ve Dayîka Ûveyş jî bi bîr tînin." Evrîm Axîn banga bilindkirina têkoşînê li tevahî gelê Kurd kir.

(en/rc)