Jinên Rojava: Federalîzm nîşaneya jiyana azad e

09:08

Fîdan Rêzan-Roza Hiso/JINHA

EFRÎN/AMÛDÊ - Jinên bajarê Amûdê û Kantona Efrînê di derbara Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava û Bakûrê Suriyê nirxandin û gotin, "Federalîzim îfadeya jiyana azade."

Yek ji mijarên sereke ku li Rojava tê gotûbêjkirin îlankirina Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava û Bakûrê Sûriyê ye. Jinên bajarê Amûdê a Kantona Cizîrê û Kantona Efrînê ên ku pêşengiya gotûbêjên pergala nû dikin, nêrînên xwe bi ajansa mera parvekirin. Jinan diyar kirin ku pergala federaliya demokratîk dê yekîtiya gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî û Asurî pêk bîne û gotin ew ê aloziya Sûriyê bi dawî bibe.

'Federalî yekitiya gelan avadike'

Endama Meclisa Heremên El Şehba Amîne Xidro li beramberî îdeayên ku dibêjin Federalî tê wateya perçebûna Sûriyê bertek nîşan da û wiha got, "Di rastiyê de Federalî yekbûna Sûriyê îfade dike. Kesên ku berovajî vê dibêjin li gorî berjewendiyên xwe dixwazin li pêşiya vê projeyê bibin asteng. Sîstema Federalîzmê di nava xwe de hemû bawerî û pêkhateyan dihewîne û gava herî girîng ber bi Sûriya demokratîk ve ye. Bi Federaliyê rê hemû jin jî dê bikaribin hîna bêtir azadiya xwe bidest bixin û sînorên koletiyê biqetînin."

'Federalî mafê tevahî gelane'

Endama Meclîsa Heremên El Şehba Zeyneb Qebr şert û mercên şer ên di Sûriyê de heyî, êşa gel û êrîşên çeteyan ên hovane anî ziman û wiha got: "Şoreşa Sûriyê derbasî sala xwe ya şeşemîn dibe, çareseriya herî rast jî ji aloziyê re Sîstema Fedrealîzmê ye ku hemû pêkhateyan di nava xwe de bi cih dike û mafên wan bêcudabûn diparêze. Xwesteka me wekî jinên Sûriyê jiyaneke azad li ser xakeke azad ku biratiya gelan tê de were esas giritn e."

'Federalîzm îfadeya jiyana azad e'

Endama Meclîsa Herêma El Şehba Nazliyê Mihemed jî wiha got, "Em wekî jinên heremên El Şehba heya dawiyê dê piştgiriyê bidin projeya Federaliyê û ji bo biserxistina wê dê her kêliyên jiyana me bibin têkoşîn."
Endama Kordînasiyona Kongreya Star a bajarê Amûdê, Munewer Xalid derbarê Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê de wiha nirxandin kir: "Ji despêka şoreşê ve xwesteka me sîstemeke federal demokratîk e, ku hemû pêkhateyan di nava xwe de bihewîne. Îro jî ew xewna me dibe rastî û li her deverê deng vedide. Dibe ku hin hêz ji bo berjewendiyên xwe vê projeyê qebûl nakin, lê em di wê baweriyê de ne ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk tenê ev rêya rast e. Ji bo wê em ê têkoşîn û berxwedaniyê her kêliyê bidin meşandin."

'Em hêviyên lehengên xwe di welateke azad de zindî bikin'

Endama Navenda Jin ya Perwerde û Zansit a Kantona Efrînê Şehrezad Ehmed jî diyar kir ku Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê îro bûye hêviya hemû pêkhateyên heremê û wiha pêde çû: "Em bi saya destanên lehengiyê ku bi destên qehremanan hatiye nivîsandin gihiştine vê asta serkeftinê. Divê em şopdarên rêya wan bin. Hêviyên wan di welatekî azad de zindî bikin. Federaliya ku îro li Rojava-Bakûrê Sûriyê hatiye îlankirin dê bibe modela çareseriyê ji hemû pirsgirêkên heyî re bi reng û dengê xwe li hemû cîhanê belav bike. Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê îfadeya jiyana azad e."

Mamoste Gulê Elî jî bal kişand ser destketiyên şoreşê û rola kesên ku di vê rêyê de jiyana xwe feda kirin û wiha dom kir: "Em projeya Sîstema Federaliyê li hemû cîhanê, li gelê Kurd û bi taybet li Rêber Apo pîroz dikin. Îro xewnên bi hezar salan dibin rastî û projeya netewa demokratîk vejîn dibe, em jî wekî jinên Kurd soz didin ku ji bo derxistina îradeya gelan û parastina mafê wan heya kêliya dawî a jiyana xwe dê têkoşînê bikin û yekbûna hemû pêkhateyan saz bikin."

(hs/rc)