Bi gîhayên xwezayî ji derdê mirovan re dibe derman
09:09
JINHA
WAN- Nezahat Gûr ji gîhayên xwezayê sûdê digre û 27 salin ji bo jinan derman çêdike. Nezahat diyar kir ku ew di jiyana xwe de neçûye nexweşxanê û wiha got, "Divê dermanên ku bijîşk dide kes bi kar neyîne. Her kes bila ji xwezayê sûdê bigre. Ez heya vê temena xwe neçûm nexweşxana û pê giyayên zozanan derman çêdikim.
Nezahat Gûr (44) ya ku li zozanên Feraşînê a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ji dayîkbûyî û di temena xwe yê 14'e salî de hatî zewcandin, ji gîhayan derman çêdike û nexweşiyê jinan derman dike. Nezahat a ku di sala 1994'an de ji ber operasyonên leşkerî neçar mane ji gund koçbikin, li Wanê bi cih dibe û hekîmetiyê xwe li vir berdewam dike. Nezahata ku ji nexweşxane, dermanxane û bijîşkan dûr dijî, bi komkirina gîhayên ji çiyê derman çêdike. Nezahata ku dayîka 7 zarokane, diyar kir ku ew piştî li Wanê bi cih bûye pirsigirêkên debariyê jiyaye û wiha got, "Ji ber em ji jiyana bajarvaniyê dûrbûn, me gelek zehmetî kêşa. Ji ber qedexeyan demek dirêj neçûm zozanan û min gîha berhev nekir. Bêy ku xwe mûhtacê kesek bikim, di malê demin merş çêkir û pêdiviyên mal min pêşwazî kir. Bi hêzê xwe ser piyan sekinîm."
'Ji 14'e saliyê xwe ve dermanên xwezayî çêdikim'
Dayika xwezayî Nezahat wiha dest bi axaftina xwe kir, "Ji 14' saliya xwe heya niha dermanên nexweşiyên cur be cur çêdikim û welatiyan derman dikim. Ez bi gîhayên xwezayî dermana çêdikim û şîfa didim jina. Li gund ne bijîşk ne jî nexweşxane hebû. Mezinên me bi gîhayên xwezayê tevahî nexweşiyên me derman dikirin. Ji kal û pîrên xwe hînê vî karê pîroz bûm. Niha jî ez mîrateyên wan didim jiyandin û ji jinan re derman peyda dikim. Bi zorê em ji gundê xwe derketin û li bajêr bi cih bûn. Li bajêr hevjînê min qezayê trafîkê derbas kir. Em hêj hînê jiyana bajêr nebûne, me gelek zor û zehmetî dît. Bêy ku xwe mûhtacê kesek bikim, di malê de min merş çêkir û pêdiviyên mal min pêşwazî kir. Bi hêzê xwe ser piyan sekinîm."
'Havînan nêzî 200 gîha derman berhev dikim'
Nezahat wiha dirêjî da gotina xwe, "Di demsala havînê de bi taybet heyva Hezîranê ez dest bi karê xwe yê hekîmiyê dikim û zozanên gundê xwe bi gel malbata xwe digerim û tevahî gîhayên şîfa berhevdikim. Nêzî 200 cure gîha berhev dikim. Piştî berhevkirinê gîha cuda cuda hişk dikim û dûvre dixim tûrikan. Li ser her tûrikê bi kurdî û tirkî dinvîsim ka ew gîha ji bo kîjan nexweşiyê başe. Ez dermanên ji bo por dirêjkirinê, nexweşiya şekir, astim û hwd. amede dikim." Nezahat da zanîn ku ew pêşî li kesên nexweş guhdar dike û dûvre gîhayên derman li gorî wê amede dike.
'Ez bi karê xwe gelek keyfxweşim'
Nezahat da zanîn ku ew tenê 15'e rojan çûye dibistanê û wiha pêde çû, "Ji ber hişmendiya civakê yê feodal malbat destûr neda ez dibistan bixwînim. Digotin 'şerme jin biçe dibistanê'. Lê min tu caran dev ji têkoşîna xwe berneda. Ez mîrateyên pîrên xwe didomînim. Min gelek hesdikir û bi wê hêza xwe jî serketim. Divê dermanên ku bijîşk dide kes bi kar neyîne. Her kes bila ji xwezayê sûdê bigre. Ez heya vê temena xwe neçûm nexweşxana û pê giyayên zozanan derman çêdikim. Ez bi karê xwe gelek kêfxweşim."
(hk/rc)