Jinên Wanê: Em Rêbertiyê xwe ligel xwe dixwazin
09:09
JINHA
WAN - Jinên Wanê, rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîrozkirin û diyar kirin ku ew dixwazin Abdullah Ocalan nava xwe de bibînin.
Bi wesîleyê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan yê ku di sala 1948'an de li gundê Amara a navçeya Xelfetiya Rihayê ji dayîk bûye, jinên Wanê re peyama rojbûnê hat şandin. Jinên Wanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku di 15'ê Sibata 1999'an de li Kenyayê hat girtin û salek di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin nirxandin. Jinan diyar kir ku ew bi wesîleyê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwazin tecrîd bê rakirin û ew nava xwe de bibînin. Ji jinan Ayşe Kaya (47) got, "Em Rêbertiyê xwe ligel xwe dixwazin, divê destûr bê dayîn ku parêzer biçin ba Rêbertî. Em tecrîdkirina Rêbertiyek ku nirx dide jin û pêşengiya jiyanê dide pêş jinan şermezar dikin. Em ê bi sekin û têkoşîna xwe bibin dengê Rêbertî ya aştiyê."
'Mafê me heye em rewşa Rêbertiyê xwe hînbibin'
Ji jinên Wanê Menîce Babat destnîşan kir ku ragirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi salan êdî tehemûla wan nemaye û wihagot, "Em mafê xwe yê ziman, nasname û Rêbertiyê xwe dixwazin. Ez ragirtina Rêbertî di bin tecrîdê de û astengkirina hevdîtinan şermezar dikim. Mafê me heye em rewşa Rêbertiyê xwe hînbibin. Rojbûna Rêbertî pîroz be, em hêvî dikin ku aştî di demek nêzde pêk were. Em dixwazin wek tevahî gel Rêbertiyê xwe ligel xwe bibînin."
'Rêbertî ji bo me riya xilasiyê ye'
Hatîce Koçak jî diyar kir ku Abdullah Ocalan rênîşandarê wane û wiha pêde çû, "Bi sayê Rêbertî jina Kurd hînê parastina mafê xwe bûn û em tevlî tevahî qadên jiyanê bûn. Li hember zîhniyeta serdest em hînê xwe avakirinê bûn. Rêbertî hêz dide jinên dixwazin xwe biparêzin. Rêbertî ji bo me rênîşandare û xilasiye."
'Divê em tecrîdê bişkînin'
Ceylan Garîp (20) salî jî têklîdarê rojbûna Abdullah Ocalan wiha got, "Rêbertî em hînê bi berxwedanê re serkeftinê kir. Divê em mîna têkoşîna li hember zîhniyeta desthilatdariyê, ji bo tecrîd bê rakirin jî têbikoşin. Ji ber vê pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Heya ku Rêbertî ligel mebe em ê ser piyan bi hêzbin. Nirxê ku Rêbertî dide me bi wê nirxê em tecrîdê bişkînin. Em bi rojbûna wî gelek şabûn û rojbûna wî pîroz dikin."
(hk-db/rc)