'Em hemû kesên li hember şer vedixwînin Amara'

09:31

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Dê li gel hemû astengiyan jî 67'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi diruşma 'Ji Ocalan re Azadî' bê pîrozkirin. Ji rêveberên TUHAD-FED'ê Xecê Yaman banga tevlîbûna meşê kir û got, "Em jinan, ciwanan û hemû kesên li hember şer vedixwînin Amara."

Amadekariyên meşa Amara ya ku bi durişma "Ji Ocalan re Azadî" ku bi pêşengiya TUHAD-FED'ê ji bo 67'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê amadekirin qediyan. Hemû gelê kurd vexwendiyên meşa Xelfetiya ber bi Amarayê nin. Rêvebera TUHAD-FED'ê Dilek Ozer banga tevlîbûna meşê kir û wiha got: "Meşa Amara ya 4'ê Nîsanê azadiya gelê kurd îfade dike. Tê wateya ji nû ve dayîkbûna gelek ê hebûn, nasname û zimanê wî hatî qedexekirine. Ji bo wê ye em Meşa Amara pir giring dibînin."

'Çuna Amara xwedîderketina li vîna xwe ya azadiyê Birêz Ocalan e'

Dilek da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kesayetek dîrokiye û wiha domand: "Birêz Ocalan dîrok di kesayeta xwe de şînberkiriye. Kurd jî bi wê giyanê diçin Amara. Bi tayîbetî jî di vê pêvajoyê de tê wateya xwedîderketina vîna çareseriya demokratik a ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatî pêşxistine. Ji bo wê jî çuna Amara xwedîderketina li vîna azadiyê a ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatî pêşxistine. Em bang li hemû welatiyên alîgirê aştiyê dikin tevlî Meşa Amara bibin."

'Emê 4'ê Nîsanê weke hatina biharê pêşewazî bikin'

Ji rêveberên TUHAD-FED'ê Xecê Yaman, jî destnîşan kir ku 4'ê Nîsanê ji bo kurdan mîlade û wiha berdewam kir: "Ji bo me 4'ê Nîsanê tê wateya despêka pêvajoyek nû û mizgîniya jiyanê. Îsal hatina 4'ê Nîsanê ji bo kurdan xwedî wateyek hîn zêdetir giringe. Ji sala 2015'an ve hikumeta Tirkiyê ser Birêz Ocalan tecrîdek giran daye despêkirin. Ji ber ku tecrîd heye û agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin texrîbat tên jiyan kirin. Ji ber ku agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin ji bo wê ye ku ev pêvajo evqas giran diçe. Ji bo wê jî emê di vêpêvajoyê de ji rojbûnê zêdetir ji bo balkişandina ser rewşa Birêz Ocalan li Amarayê bin. Em bang li jin, ciwanan û hemû kesên alîgirê aştiyê dikin ku tevlî Meşa Amara yê bibin."

(zt)