Jinên Hezexê: Emê li qadan tekoşîna xwe berdewam bikin
10:36
JINHA
ŞIRNEX - Piştî qedexeya derketina kolanan a 44 roja ser Hezexê berdewam kirî dema ku qedexe rabû welatî ketin hindirê navçeyê li malên xwe yên hêzên dewletê vegerandî xirabeyan dinêrin. Jinên ku li ber derê malên xwe runiştîn gotin: "Bi tang û topan êrîş kirin û malên me xira kirin, lê heya kurdek tenê jî bimîne emê tekoşîna xwe berdewam bikin."
Li navçeya Hezexa Şirnexê 44 rojan qedexeya derketina kolanan berdewam kir. Piştî qedexê dema ku welatî ketin nava kolanên xwe dîtin hêzên dewletê malên wan bi çekên giran xirakirine. Her kolana ku welatî dikevinê bi gotina; "Li vêderê jî mal hebû" li derdorê dinêrin, ji ber li hinek deveran berê dîwarên malan jî nemane. Ji ber ku bi çekên giran êrîşî ser malan kirine, malên ku hinek dîwarên wan mane jî bi xwe êdî hildiweşin. Ji xwe cadeyên qîr nemane û şopên gekel tiştên berê li wan deran heyî nemane. Taxên Turgut Ozal û Yeni yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine hilweşandin, avahiyên partiyên siyasî jî nemane.
Nivîsên ser dîwarên Hezexê jî ji dema Cizîr, Sur û Silopiyayê tên zanîn. Jin ji nivîsên zayend perestiyên hêzên dewletê li piş xwe hêlane bibertekin. Jinekê wesayîta zirxiya derbasbû nîşanda û got: "Ev nivîs ewên hanê nivîsîne. Hevokên weke xwe kirêt çêdikin." Çend nivîsên dinê yên weke "Rast bisekine, ev artêş bi te re ne mêrê dirêj", "leşkerên Abdulhamitê duyem", "I want to play game", "hêza tirkiyê" û "dad di guleya çekê dene" jî hatin dîtin.
Hîna teqîn çêdibin
Bi rabûna qedexeyê re welatiyên hatin malên xwe gotin; "Li vêderê zarokên 13 salî qetilkirin. Malên me hilweşandin." Kolanên hilweşayî di nava wan xirabeyan de dîmenên hovîtiyê dixwiyên. Di hinek malan de şuşeyên îçkiyê li ber çavan dikevin. Malên nehatîn hilweşandin jî eşiyayên têde anîne rewşa neyên karanîn. Li nava taxan hîna dengê teqînan tên.
'Bi tang û topan hatin'
Fatma Turk got: "Ma qeyî tang û topên me hene ku dewlet bi tang û topan ser me de tê. Bila xuda mafê me ji bo wan nehêle. Em mafê xwe dixwazin û emê heya dawiyê liber xwe bidin. Emê ticarî ji rêya xwe venegerin. Heya tenê kurdek jî bimîne emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Bila her kes vê baş bizane. Ger leşer tenê bi çekan bê 100 leşker tenê bi min nikarin. Ew bi tang û topan hatin, bila bi çekan bê wê demê nikarin bi me."
Esma Tok jî wiha axivî, "Erdogan mala min û birayê min xirakir. Bila xuda mafê me ji wan re nehêle. Ji bo çêkirina vê malê min li gel hevserê xwe 7 salan şivanî kir. Lê Erdogan mala me şewitand. Serê sibê ez çum ber mala xwe min dît mal şewitiye, dema ku min ji polîsan pirsî çima we mala min şewitandiye bi hev re êrîşî min kirin û bêmafî li min kirin."
Derya Utkan jî wiha got: "Hêzên dewletê mala min bi erdê ve kiriye yek û tiştên di nava malê de jî birine, parçe kirine. Di mala min de xwarine, vexwarine û paşê jî şewitandine. Zarokên me qetilkirin. Yên ev aniyî serê me xuda bi heman şêweyî bîne serê wan jî."
(zt)