Jinên kolanan: Sedema îstîsmarên zayendî hikûmete

11:27

JINHA

STENBOL - Têkîldarê îstîsmarên zayendî yê ku di dema dawî de raya giştî de deng vedayî me mîkrofona xwe dirêjî welatiyên li kolanan kir. Jinan diyar kirin ku sedema îstîsmara zayendî hikûmete û gotin bertek li hember vê yekê kêmin.

45 xwendekarên yûrda Vakfa Ensar ên Lîseya Îmam Hatîp a Anadolu û Komeleya Endamên Mezûnên Lîsyeya Îmam Hatîpê (KAİMDER) rastî destdirêjî û îstîsmara mamoste hatin. Têkîldarê mijarê Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu ya ji bo Weqfa Ensarê ya gotina "careke pêk hatina vî bûyerê ji bo saziya me ya ku bi xizmetên xwe ve derketiye pêş nikare bibe hincet" daxuyanî dabû. Li hember daxûyanî û îstîsmarên zayendî nerazîbûn her diçe zêdetir dibe. Derbarê mijarê de me nabzê gel ên li kolanan girt.

'Divê em rastiyê derînin holê'

Filîz Buyukbaş got, "Bûyerên ku diqewimin gelek xirabe. Ez di vê mjarê de hikûmetê berpirsyar dibînim" û da zanîn ku fetvayên Dîyanet di vê mijarê de bi bandore û wiha domkir, "Hikûmet bûyerê piştçav dike. Şûna ku ceza bike, serbest berdide." Sînem Oztûrk jî diyar kir ew nûçe dişopîne û got wek jinek rastî îstîsmara zayendî tên û wiha pêde çû, "Ji aliyê wan helwestek ku ew mêrin û bi hêzin tê nîşandan. Îstîsmarên zayendî ên li ser zarokan jî me matmayî nekir. Divê em rastiyê derînin holê. Pêwîste bê ehlaqiya ku tê kirin em raxînin ber çavê wan."

'Îstîsmar berhema çanda şîdetê ye'

Dîlara Aktûrk destnîşan kir ku îstîsmara zayendî ên ku li hember jin û zarokan tê pêk anîn berhema çanda şîdetê û desthilatdariyê ye û got, "Îstîsmar ji pergala dewlet û desthilatdariyê ne qute. Divê bi vê zanistiyê em têbikoşin. Mijarê herî balkêş saziyê dewletê vê yekê kirine. Kî dizane çend jin û zarok rastî van pêkanînan tên." Piştre em mîkrofona xwe dirêjî Erdogan Emîr dikin. Erdogan jî anî ziman ku binpêkirina maf bi aweyek pergalî tê meşandin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ev helwesteke. Eger di raya giştî de ev bûyer deng venedaba wê wê li ser îstîsmarên Ensar Weqfê hatiba girtin. Îstîsmar ne tenê zayendî tê pêk anîn. Kujerên Ugur Kaymaz hîna ne hatine dîtin. Êrîş ser zarokan despêdike û bi jinan re dewam dike."

'Eger ew bûyer ne li Karamanê li Wanê hatiba jiyan kirin!'

Melek Gezgîn got, "Zarokên me tev hene divê bên darizandin." Cansu Sonmez jî destnîşan kir ku daxuyaniya hikûmetê têkîldarê îstîsmarên zayendî hîn zêdetir mirovan ditirsîne got û dewlet dê tu gav navêje ji ber vê pêwîstî bi rêxistinbûnê heye. Berfîn Azdal bilêvkir ku îstîsmarên zayendî ne rojevek nûye û got girêdana van bûyeran bi polîtîkayên şer û hişmendiya ku bedenê jinan teşîr dike heye. Eger ew bûyer ne li Karamanê li Wanê an jî li Amedê pêk hatiba dê biba rojev gelo?."

'Pêlên şere'

Metehan Kaya balkişand ku bûyerên tacîz, tecevûz ên li ser jin, zarok û endamên LGBTÎ pêk tên bingeha xwe ji polîtîkayên şer digre. Di dawiyê de jî Şule Çetîn jî wiha got, "Ez vê zîhniyetê şermezar dikim. Em bertek nîşan didin lê bertekên me kêm dimîne."

(rc)