Ji Jinên koçer hilberîna xwezayî
11:28
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Jinên koçer yên ku ji hinek sedeman ji gundên xwe goçber bûne, li bejaran jî di heman demê de weke jiyana gundan dijîn. Jinên koçer ên ku girêdayî ekolojiyê hîn jî bi xwe çêkirina şîr, penîr û mast berdewam dikin.
Koçerên ku li Êlihê jiyan dikin qîsmek jê jiyana bajêr û qîsmêk jê hîn jî jiyana gund ya xwezayî berdewam dikin. Koçerên ku li Taxa Baglara Êlihê ji jiyana ekolojiyê veneqetane koçeriya xwe bi awayekê berdewam dikin. Penîr û mastê ku tê ser sofra me bi kedek mezin tê berhevekirin. Berî ku mast çêdikin, şîr li ser agirê komir, tepik û daran tê kelandin. Mast û penîrê ku li fabriqan di mekînan de tê çêkirin. Jinên koçer mast û penîr bi destê xwe xwaziyî çêdikin. Sozdar Acet got ku hilberîna berhemên xwezayî wek penîr û mast ji sê çêlekên xwe çedikin û difiroşin, hem bi vê keda destê xwe dabara mala xwe hem li zarokên xwe meyze dikin.
'Em debara mala xwe bi mastê xwezayî dikin'
Sozdar Acet a ku debara mala xwe bi sê çêlêkan dom dike dazanî ku ew û 4 zarokên xwe debara xwe bi firotina mast û penîr dike û wiha berdewam kir: "Em mastê xwe bi xwezayî çêdikin û difiroşin. Em carna mast, carna penîr û carna şîr çêdikin. Em mast û penîrê ku çêdikin bi derfêtên xwe li bazarê di firoşin. Em debara mala xwe bi vî rengî dikin."
Sozdar çêkirina mast wiha vegot: "Em şîr pêşî li parzunk yan jî li çarikek paqij di parzînin. Şîrê parzunkirî nêzî niv saet li ser agirê tapikan ê geş dikînin û paşê ji beroşan vala dikin, piştî wê em dixin nava dewlikan. Şîrê ku ji bo mast tê kelandin dibe piçek sar be û duvre were meyan din. Ji bo şîr bibe mast em mastê li malê kevçiyek jê dixin nav sitila mast û kêliyek tev didin, ji bo bibe mast dora sitelê taze tê pêçan û di deynina koşekî. Piştî 4- 5 saetan em wan leçikên dora sitilan dirakin û piştî ku mast meya xwe girt em di deynin odeyek piçek germ. Her roj herî zêde 50 TL bi keda me ve tê. Em penîr û mastê xwe teze û paqij çêdikin û hertim mişteriyê me hene."
'Em şîr bi agirê tepikan dikelînîn'
Ayşe Acar a dayîka 6 zarokan jî diyar ku ew heywanên xwe bi rîsî û ce xweyî dikin û wiha lê zêde kir: "Em heyîwanên xwe di govan de xwedî dikin. Em alif didin wan, paşê jî gova wan dimalin û wî zibilê wan dikin tepik. Hîn tepik şil em dixin qalibekî û hişk dikin. Tepikên ku li ber tavê tên zuwakirin ji bo agirê kelandina şîr bi kar tînîn.
'Ji ber ku alivê heywanan girane ji bo wê kara me jî kême'
Ayşe got ku ew rojê di navbera 15-20 kîla mast difiroşin û gotinên xwe wiha dawî kir: "Em kiloya alifê heywanan bi 2.TL di kirin û kiloya mast bi 2 û nîvan di firoşin. Ji ber vê qezenca me pir nîne. Ji ber ku em nikarin debara mala xwe bi van peran bikin 3 zarokên min ji derveyî bejêr di xebitin. Em jiyana xwe bi vî rêngî didin domandin."
(dt/zt)