Li Terolayê berxwedan bi şev jî domkir
11:47
JINHA
GURGUM - Çalakî û nobeta welatiyên Elewî ên gundê Terolarê şevê din jî bi gerandina govenda li dora agir berdewam kir.
Di pêşengiya Platforma Jiyana Gurgumê li gundê Terolerê ya navçeya Dulkadir a Gurgumê li dijî avakirina kampa penaberan konê nobetê hat
avakirin. Welatiyên elewî yên naxwazin penaber li vir bi cih bibin 9 rojin kon vedane bi gerandina govenda li dora agir çalakiyê xwe dewam
dikin. Bi sedan welatî bi tarîbûna rojê re hatin ba hev dirûşmeyên "Bi berxwedanê em ê biserbikevin", "Bi yekîtiyê em ê biserbikevin" û
"Berxwedanvanên jin rûmeta mene" stranan dibêjin û govendê digrin.
(dt/rc)