Êrîşê hêzên dewletê li ser taxê Şirnexê dewam dike

11:58

JINHA

ŞIRNEX – Êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê di roja 18’an de berdewam dike û pevçûnên ji beriya dû rojan li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cumhuriyet û Dîclê dest pê kirî bi dijwariya xwe re didome.

Êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê di roja 18’an de li ser Şirnexê berdewam dike û bi êrîş û dorpêça hêzên dewletê re pevçûnên ji beriya dû rojan dest pê kirî bi dijwarî didome. Pevçûnên li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cumhuriyet û Dîclê ji dûh ve bi hewldana hêzên dewletê ya têketina taxan re dest pê kirî şevê dîn heya saetên sibê jî bê navber berdewam kir. Bi pevçûnên dijwar re hêzên dewletê bi çekên giran êrîşên taxên berxwedanê kirin û cîh bi cîh teqînên mezin jî pêk hat.

Ji aliyê dîn tevahiya şevê tevgera ÎHA’yan jî li ser bajêr hat jiyîn û sevqiyeta leşkerî ji li ser bajêr pêk hat. Sevqiyeta ji aliyê navçeya Cizîrê ve dihat ber bi Fermandariya Tûmenê ve çû.

Bi pevçûnên dijwar re topbarana hêzên dewletê bajêr didome.

(kom/rc)