Dayîka Fûrkanê 6 salî: Zarokê min bi biqestî kuştin
14:03
JINHA
AMED - Li taxa Ben û Senê yê navçeyê Yenîşehîrê polîsan li şûna dibistana Turgut Ozal qaraqol avadikin. Dema ku bi vîncê dîwarên qaraqolê dihat danîn zarokê 6 salî Fûrkan Oner di bin dîwarê de ma û jiyana xwe ji dest da. Malbatê Fûrkan li hember bûyerê îsyanê dike. Dayîkê Fûrkan Oner Muzeyyen Oner got, "We Fûrkan min yê biçûk qetilkir. Polîsan bi qestî dîwarê bi ser zarokan de lêkir."
Li taxa Ben û Senê yê navçeya Yenîşehîra Amedê, polîsan dibistana Turgut Ozal vediguherînin qaraqolê. Di dema vîncê dîwarên blok ên betonê radikir, bi ser zarokên 6 salî Ayaz Ozdemîr û Fûrkan Oner de ket û jiyana xwe ji dest dan. Dayîka Fûrkan Oner Muzeyyen Oner destnîşan kir ku polîs dizanî li wir zarok hene û bi zanabûn dîwar bi ser wande berdaye û wiha domkir, "Polîsan zarokên me biqestî kuştin. Ji bo em bên kuştin û bimrin sedem em Kurdbin bese. Ji bo wan zarok an jî mezin ferq nake. Êdî bese destê xwe ji stûyê me bikşînin."
'Ma em zarokê xwe ji bo hûn bikûjin bişînin dibistanê?'
Muzeyen bertek nîşanî çekirina qereqolê jî da û wiha pêde çû, "Polîsan biqestî dîwar bi ser zarokan de lêkir. Erdogan çi ji me dixwaze? Li nav dibistanan qareqolan avadikin. Erdogan li cihê xwe rehet rûdine û livir dilê dayîkan dişewite. Şahîdê bûyerê zarokan jî dîtiyê ku polîsan bi zanabûn dîwar bi ser zarokan de hilweşandine. Berî polîs zarokan hişyar bikin dîwar hilweşandin. Kurê min hîn biçûk bû, bi kepçê dîwarê bi sser zarokên mede berdan, zarokên me di bin dîwarê de man. Destûr nedan ku em herin zarokên xwe xelas bikin. Min xwe perçekir heya cenazê zarokê min dan min. Beden û serê kurê min tev perçiqîbû. Bi saetan cenaze li nexweşxanê dan rewastandin. Hîn pirs dikirin çima zarokên we naçin dibistanê? Ma em zarokê xwe ji bo hûn bikûjin bişînin dibistanê?."
'Hûn ji me çi dixwazin êdî bese'
Piştî wê xizmê Fûrkan Şakîre Oner axîvî. Şakîre da zanîn ku bêy zarokan hişyar bikin dîwarê bi ser zarokan de berdane û wiha dirêjî da gotina xwe, "Piştî dîwar bi ser zarokên me hilweşandin destûr nedan ku em herin û cenazê zarokên xwe bînin. Gel bertek nîşanî polîsan da. Polîsan hember bertekê gel gule reşand. Hûn ji me çi dixwazin êdî bese."
(dt/rc)