Hiqûqnas bi esnafên Sûrê re hatin gel hev

15:00

JINHA

AMED- Komîsyona hiqûqê ya li dijî biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" a Sûrê hate girtin bi esnafên Sûrê re hatin cem hev.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê têkîldarî biryara "îstimlaqkirina lezgîn" a der barê navçeya Sûrê ya Amedê hatiye girtin de bi esnafên navçeyê re hatin cem hev. Di civîna ku li Suluklu Hanê hate lidarxistin de mewzueta hiqûqî ya li dijî biryara îstîmlaqê hate nîqaşkirin. Komîsyona hiqûqê ya hatiye avakirin dê têkîldarî mijarê bi gel re bên cem hev û gel agahdar bikin û piştgiriyê bidin wan.

(rc)