'Dixwazin Sîbel li girtîgehê qetilbikin!'

15:45

JINHA

STENBOL - Jinan bal kişand ser rewşa Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz ya ku li girtîgehê destûr nayê dayîn bê derman kirin û wiha gotin, "Kesên ku nekarîn bi top û tangan qetilbikin, dixwazin li girtîgehê qetilbikin."

Meclîsa Jin a TUAD û KJA'ê bi armanca balê bikşînin ser rewşa Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz li ber Gîrtîgeha Girtî a Bakirkoyê hatin ba hev. Di çalakiya ku panqerta "Berxwedana jin ji girtîgehan heya qadên xweseriyê bilind dibe" hatin vekirin de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Girtiyên nexweş bila serbest bên berdan" hatin berzkirin. Çalakî piştî rêzgirtinê despêkir.

'Dixwazin di girtîgehan de qetilbikin'

Berdevka KJA'yê a Herêma 2. Perî Adalmiş daxuyanî da û diyar kir ku dewlet jinên ku nekarî qetilbike, dixe girtîgehan. Perî destnîşan kir ku hêzên dewletê bi zanabûn Sîbel hedef girtine û wiha got, "Sîbel bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Kesên ku nekarîn bi top û tangan qetilbikin, dixwazin li girtîgehê qetilbikin." Perî her wiha bal kişand ku girtî 26 rojin di grevê dene û anî ziman ku divê dexwazê girtîgehan bê bi cih kirin. Perî da zanîn ku girtiyên jin ên Girtîgeha Bakirkoyê ji ber xwestine Newrozê pîroz bikin hatine darp kirin û wiha pêde çû, "Newroz nayê asteng kirin. Em jinên ku dilê wan weke biharê ye silav dikin."

'Ên bêdeng dimînin hevkarê sûcê ne'

Piştî Perî Parlementera HDP'ê yê Edenê Meral Daniş Beştaş mafê axaftinê stand û bal kişand ser binpêkirina maf ên li girtîgehê. Meral destnîşan kir ku li girtîgehan gelek bûyer tên ser girtin û got, "Îşkenceyên herî mezin li girtîgehê tên kirin. Em ê ji bo van pêk anînan serî lêbidin. Divê li gorî hevpeymanên hiqûqî tevbigerin. Ên bêdeng dimînin tev hevkarê sûcê ne."

'Divê pirsgirêk ligel muxatab bê çareser kirin'

Berdevka KCD'ê Gûlîstan Kiliç anî ziman ku li girtîgehan pêkanînên dijî mirovahî ketiye dewrê û wiha pêde çû, "Li hember pêk anînên li girtîgeh û derve em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Têkoşîna azadiyek di pêvajoyên giran de tê dayîn." Gûlîstan banga têkoşînê kir û wiha qala girîngiya aştiyê kir, "Divê pirsgirêk ligel muxatab bê çareser kirin. Eger wiha be wê demê pêdivî bi girtîgehan namîne."

(rc)