Serdanê piştevaniya nobeta azadiyê dewam dike

16:30

JINHA

STENBOL - Serdanê piştevaniya nobeta azadiyê a ku li ber derê girtîgeha Bakirkoyê ji bo akademîsyenan hatî despêkirin dewam dike.

Ji bo akademîsyenên ku destnîşan avêtine bin belevoka "Em nabin hevparê vî sûcî" û hatine girtin, çalakiya nobetê a ku li ber Girtîgeha Bakirkoyê di 15'ê Adarê de hatî despêkirin dewam dike. Di çalakiya nobetê a ku panqerta "Azadî ji akademîsyenên girtî re" hatî hildan de serdanê piştevaniya nobeta azadiyê dewam dike. Nobeta îro ji aliyê Parlementera Edenê a HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka KCD'ê Gulistan Kiliç, Dayîkên Aştî, Rojnemeger Nuray Mert, Hasan Cemal, Cengîz Çandar, Berdevkê Bloka Aştiyê Prof. Dr. Gencay Gursoy hat ziyaret kirin. Dê nobet heya saet 15.00 berdewam bike.

(rc)