Dayîkên Aştî:Em zarokên xwe bi fêkiyên baxçeyê Rêbertî xwedî dikin

09:14

Hatîce Kaya/JINHA

WAN- Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê 17'e sal berê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan baxçeyek ji darê fêkiyan ên cûr bi cûr çêkirin û her sal di 4'ê Nîsanê de darên nû diçînin. Dayîkan diyar kirin ku ew bi hêviyê rojek di nava baxçeyê de ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dem derbas bikin û wiha gotin, "Êdî darên me çandine fêkî didin. Em zarokên xwe bi fêkiyên baxçeyê Rêbertî xwedî dikin."

Li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê gelê Kurd di nav coş û kelecanê de weke her sal amadekariyên pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin. Weke her sal dê îsal jî bi dehezaran welatî di 4'ê Nîsanê de biherikin gundê Amara ya navçeyê Xelfetî a Rihayê û rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin û dexwaza azadiyê bikin. Li Wanê jî bi vê wesîlê Endamên Meclîsa Dayikên Aştî ên ku her sal pêşengiya meşa Amarayê dikin û bi çalakiyên cûr be cûr rojbûna Abdullah Ocalan pîroz dikin dê îsal jî bi çalakiyek watedar rojê pîroz bikin. Dayîkên Aştî ên ku berî 17'e sal ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan baxçe çandibûn îsal jî bi hêviya aşitî û azadiyê dê darên nû biçînin. Dayikên ku ji bo Abdullah Ocalan hestên xwe ên kûr anîn ziman wiha gotin, "Rêbertî ji xwezayê gelek hezdikir, ji ber vê bi çandina daran em rojbûna Rêbertiyê xwe pîroz dikin."

'Em zarokên xwe bi fêkiyên baxçeyê Rêbertî xwedî dikin'

Endama Dayîka Aştî Henîf Kaçak (59) bi silavkirin û pîroz kirina rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir û wiha got, "Rêbertî ji xwezayê gelek hezdike. Ji ber vê em her sal darên cûda diçînin. Rêbertî mirovek bi rûmet û xwezaperest e. Darên li baxçê Rêbertî mezin bûne û em zarokên xwe bi fêkiyên baxçê xwedî dikin."Henîf da zanîn ku ew nirxek mezin dide baxçê û wiha domkir, "Bi kedek mezin em baxçeyê Rêbertî xwedî dikin. Her roj em daran av didin. Em ê îsal jî mîna her sal darên fêkî û darên cûda li baxçê Rêbertî biçînin."

'Rêbertî azad bibe jî dê fêkiyên baxçê li zarokan belav bike'

Kewê Işik jî anî ziman ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna wan e û wiha got, "Em hêvî dikin ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêbertî bibe roja aştî û wekheviyê. Em tevahî hêzê xwe ji Rêbertiyê xwe distînin. Ji ber riyê pîroz tevahî Rêbertî nîşanî me kir. Em wek Kurd ji ziman û çandê xwe dûr ketin lê Rêbertî rastî bi me da hînkirin." Kewê her wiha qala girîngiya baxçeyê Abdullah Ocalan jî kir û wiha pêde çû, "Gava ku me biryar da em baxçeyê Rêbertî çêkin, kelecanek mezin bi me tevan re çêbû. Ji ber li tu deverê cîhanê roja rojbûn dar nayên çandin, lê em dar ji bo Rêbertiyê xwe diçînin. Êdî darên me fêkî didin û em wan fêkiyan didin zarokan û dibêjin fêkiyên baxçeyê Rêbertiye. Rêbertî azad bibe jî dê fêkiyên baxçê li zarokan belav bike." Kewê di dawiyê de banga tevlîbûnê pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.

'Em ê her dem di bin sihê darên Rêbertî de bijîn'

Zekiye Kaya (54) jî berî dest bi gotina xwe bike rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got, "Di 4'ê Nîsanê de ne tenê Rêbertî, mirovahî jî hate dinê. Bi salane em ji çand û mafê xwe yê jiyanê bê par hatin hêştin. Me xwe nas nedikir. Bi fikir û hebûna Rêbertî re me xwe naskir û em wek jin bûn xwedî nasname. Heya dawiya jiyana xwe em ê di rêya Rêbertiyê xwe bişopînin. Em ê wek jin bibin pira azadî ji bo Rêbertiyê xwe." Zekiye da zanîn ku wek dayîk ew bi kelecanek mezin tên ba hev û daran di 4'ê Nîsanê de diçînin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em nirxek mezin didin çandin û parastina van daran. Em dayik kom dibin û li ber sihê darên xweşik bi hev re diaxivin. Em hêvî dikin Rêbertiyê me bê azad kirin û ew jî di nava baxçeyê xwe de bigere. Em çawa xwedî li zarokên xwe derdikevin û diparêzin wiha darên baxçê xwedî dikin. Wek jin dema em li baxçê Rêbertî rûdinin em qala jiyanê wî dikin. Em ê her dem di bin sihê darên Rêbertî de bijîn."

(rc)