Jinên girtî: Emê li hember tindiyan berxwedana xwe mezin bikin
09:15
JINHA
ÊLIH - Girtiyên jinên siyasiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê nameyek şandin û diyar kirin ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê sepandinên bê ehlaqî ser girtiyan tên kirin.
Her diçe tindiya ser girtiyên siyasî zêde dibe. Girtiyên jinên siyasiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê dimînin di nameya ku şandî de destnîşan kirine ku polîtîkaya îmha û tinekirinê ya li ser gelê kurd dane despêkirin li girtîgehan jî berdewam dikin. Nameya ku têde qala sepandinên keyîfi û bê ehlaqiyên ser girtiyên jin dike wihaye;
"Em weke girtiyên PAJK'ê dibin mexdurê sepandinên keyîfi û bê ehlaqî. Hema her roj ji ber sedenên vala di derbarê me de lêpirsînan vedikin. Dema ku em derdikevin îfadê jî ji me re dibêjin; 'Ger hun tirkî ne axivin em îfada we nagirin.' Berî 12 rojan ser me de girtin her der lêgerîn kirin tiştek nedîtin, vêcarê jî rojname û kovarên ku ew ji bo me tînin hemû girtine dê cardin hemûyan bixwînin. Ev hemû polîtîkaya şikandina vînê ye. Lê emê weke girtiyên siyasî heya dawiyê li hember van polîtîkayê îmha û şikandina vînê tekoşîna xwe berdewam bikin."
(zt)