Jiyana komînal a jinên Terolarê

09:50

JINHA

GURGUM -Gelê Gurgumê çalakiyê ku li dijî avakirina bajarê konteşniran ê ji bo penaberan tê avakirin bi rojane dewam dike. Jinan li cihê çalakiyê jiyanek komînal avakirin.

Di pêşengiya Platforma Jiyana Gurgumê de li gundê Teroler ê navçeya Dulkadir a Gurgumê li dijî avakirina kampa penaberan konê nobetê hat avakirin. Welatiyên elewî yên naxwazin penaber li vir bi cih bibin 9 rojin kon vedane û di nobeta çalakiyê dene. Jin di çalakiyê de hem li berxwe didin hem jî xwarinên ku li malê amede dikin bi çalakvanan re tê parvekirin.

'Çi dibe bila bibe em ê destûrê nedin çêkirina kampê'

Meryem Delîter diyar kir ku ji roja ew dest bi çalakiyê kirine her roj sê dana xwarin amede dike û wiha got, "Eger em îro ne bin yek kengî em ê bibin. Wek jin em hem di berxwedanê de ne hem jî li mal xwarinê amede dikin. Êvarê dema diçim malê xwarinê amede dikim û hewldidim bi roj sê danan xwarinê bi çalakvanan re parvebikim. Xwarinê amede jî tê, dosten me ji derve fêkî û xwarin rêdikin. Çi dibe bila bibe em ê detûrê nedin çêkirina kampê."

'Ev pirsgirêk ne tenê me tevahî Gurgumê eleqedar dike'

Done Kocamer jî da zanîn ku ew jî bi salane li heman gundê dijî û wiha domkir, "Ji bo dostên ku piştgirî didin berxwedana me, heya ji destê em tê em hewldidin xwedî li kedê wan derên û baş pêşwazî bikin. Ev pirsgirêk ne tenê me tevahî Gurgumê eleqedar dike. Divê her kes piştgirî bide çalakiyê me. Em banga berxwedanê li tevahî gelê Gurgumê dikin."

(rc)