Jinên Colemêrgê ber bi Amarayê ve dikevin rê
10:14
JINHA
COLEMÊRG - Jinên Colemêrgê diyar kirin ku dê bi rengê xwe yê herêmî biherikin Amarayê.
Jinên Colemêrgê dê 4 Nisanê bi kiras û fistanên xwe biharikin Amara yê û tecrita ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin. Jinan dan zanîn ku çuna wan a Amarayê tê wateya nepejirandina tecrîdê û dê li wê jî vê helwesta xwe bînin ziman.
Zûbeyde Bor ani ziman ku ewê bi kelecanek mezin biherikin Amara yê û wiha domand: "Ez despêkê Rojbûna Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan li tevahiya Kurdistanê pîroz dikim. Rêberê me ji bo me wateya jinanê û girtina nefesê ye. Ji bo wê jî 4'ê Nîsanê ji bo me ji nû ve wate û giringî dayîna jiyanê ye."
Kudret Soydan jî wiha axivi; "Ez Rojbûna birêz Abdullah Ocalan ji niha de li hemû jinan pîroz dikim. Emê jinên kurd 4'ê Nîsanê biherikin Amara yê."
Şemsiye Engin jî aşkere kir ku divê 4 Nîsanê hemû jin biherikin Amara yê û wiha domand; "Ji niha de ez 4'ê Nîsanê li hemû jinan û mirovên aştîxwaz pîroz dikim. Ez di wê baweriyê de me ku jin hemû dê 4'ê Nîsanê biherikin Amara yê û 4'ê Nîsanê li gorî wateya wê pîroz bikin."
Zûlfiye Încin jî da zanîn ku ewê jin bi bilindkirina tekoşînê tecrîdê bidin rakirin û wiha berdewam kir; "Ev sal sala azadkirina birêz Ocalan e, ji ber wê jî divê em 4'ê Nîsanê biherikin Amara yê. Ger niha em li berxwedidin ev bi saya Ocalan e ji ber wê jî 4'ê Nisanê ne tene Rojbûna birêz Ocalan, Rojbuna tevahiya Kurdistanê û kurdane. Ez carekdinê 4'ê Nîsanê li gelê kurd û Kurdistanê pîroz dikim xêr bê 4 Nisanê."
(zyd/zt)