Li Çiyayê Şengalê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
10:35
Arjîn Azadî-Delîla Axîn/JINHA
ŞENGAL - Li Çiyayê Şengalê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê despêkirin.
Li lutkeyên Çiyayê Şengalê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê despêkirin. Jin û Zarokên Çiyayê Şengalê bi kêfxweşiyeke mezin 4'ê Nîsanê pêşwazî dikin. Berfê Eliyas 4'ê Nîsanê li her kesê pîroz kir û wiha axivî: "Ez rojbûna Rêber Apo ji vir heta Îmralî li Serokê xwe pîroz dikim. Ev roj bû roja Azadiya gelê Kurd û hemû cîhanê. Ev roj rojbûna Azadiyê ye û rojbûna me hemûya ye. Ez vê rojê li hemû gelê Kurd pîroz dikim. Ez vê rojê li gelê Bakûrê Kurdistanê, şervanên azadiyê û gerîlayên serê çiya pîroz dikim."
Leylê Hezan jî da zanîn ku ew ji serê Çiyayê Şengalê 4'ê Nîsanê li her kesê pîroz dike û wiha domand: "Ev roj rojbûna mirovahiyê ye. Ji Şengal heta Îmralî ez 4'ê Nîsan'ê li Rêber Apo, gerilayên serê çiya, hemû gelê bindest û gelê Êzidî pîroz dikim. Ev roj roja zayina azadiyê ye. Ev roj rojbûna hemû gelê Kurde û serketin her ya meye."
Şediya Dexîl jî 4'ê Nîsanê li hemû zarokan pîroz kir û got: "Ez vê rojê li Rêber Apo pîroz dikim. Ev roj rojbûna Azadiya me zarokane. Ji bo wê jî ez vê rojê li hemû zarokan pîroz dikim. Em bi vê rojê gelek kêfxweşin. Ez vê rojê li şervanê azadiyê yên ku li berxwedidin û me zarokan di parêzin pîroz dikim. Ev roj roja Azadiyê ye, roja me hemûya ne. Rojbûna Serokê me pîroz be."
Xoxê Dexîl jî got: "Despêkê ez 4 Nîsan'ê li Rêber Apo pîroz dikim, paşê jî li yên li pey fikir û felsefeya Serok Apo de ne pîroz dikim. Me di xwest em bi Rêber Apo re li Çiyayê Şengalê vê rojê pîroz bikin. Hêviya me ewe ku, heta salek din em 4'ê Nîsanê bi hev re pîroz bikin. Ev roj ji bo me rojeke pîroze. Roja azadiya hemû gelê bindeste. Roja serkeftinêye."
(zt)