Ji Meral Camcî peyam heye: Em ê heya dawî li ber xwe bidin
11:06
JINHA
STENBOL - Ji ber Alk Doç. Dr. Meral Camci li diji polîtîkayên AKP'ê yên şer û tundiyê deklerasyona "Em nabin hevparê vî sûcî" îmze kir hat girtin Meral bi peyama ku ji girtîgehê şandî got, " Em ê heya dawî li ber xwe bidin."
Ji akademîsyenan Meral Camci yê ku piştî biryarê girtinê got "Ez şopdarê gotina xwe yê aştî me" û vegerî Tirkiyê piştî girtinê bi peyama ku şandiye diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Peyama Meral bi vî aweyî ye:
"Nobedarên azadî û aştî,
Hûn ji derve em jî ji hûndir hewldidin dîwaran ji holê rakin. Wiha tê xuya kirin ku ev rê dirêje, lê bila be. Em ê heya dawî li ber xwe bidin. Aştî; wekhevî û azadî û tevahî kedkarên demokrasiyê, ji bo gel ji dexwazî zêdetir êdî têkoşîna aştiyê veguheriya heqîqeta jiyanê. Li derve û hûndir em ne bi tenê ne."
(rc)