Bêrîvan Ada: Gireva birçîbûnê dikare vegere berxwedanek hîn mezin

11:22

Ozlem Çiçek/JINHA

STENBOL - Bêrîvan Ada gireva birçîbûnê ya girtiyên PAJK'ê dayî despêkirin nirxand û diyar kir ku ger bersiva daxwazên wan neyê dayîn dê berxwedana xwe hîn zêdetir mezin bikin.

Girtiyên PAJK'ê bi gireva birçîbûnê bertekên xwe li hember tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komkujiyên ser gelê kurd tên meşandin tînin ziman. Girtiyên PAJK'ê li peyî dîrwaran û şebekan helwestên xwe bi diruşme û gireva birçîbûnê tînin ziman. Bêrîvan Ada ya ku li girtîgeha Dîlokê û Karataşa Edeneyê mayî di rojên derbasbûyî de hat berdan. Bêrîvan di derbarê gireva birçîbûnê ya girtiyên PAJK'ê de agahî da û got: "Pêvajoyek şoreşê heye, ev di girtîgehan de jî tê dîtin. Ya herî jinên girtî dide zorê jî ji ber ne li qadên rêveberiyên xwecihîne. Ji ber ku ew jî parçeyek ji pêvajoyê ne rojê sê caran diruşman davêjin. Jinên girtî bibiriyarin ku heya pêvajo berdewam bike ew jî diruşmên xwe berdewam bikin."

Bêrîvan wiha berdewam kir: "Di girtîgehê de her kes dixwaze tiştekê bike û bibe parçeyek ji pêvajoyê. Hîna gireva birçîbûnê berdewam dike. Ger dengê min dibihîsin ez ji vêderê silavên xwe ji bo wan dişînim. Ez dixwazim bêjim her dem li gel wanim. Sedema ku girtiyên jinên siyasî di gireva birçîbûnê de ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rakirina tindiya ser herêmên rêveberiyên xweserin. Bi van daxwazan ketin gireva birçîbûnê û hîna jî greva wan berdewam dike."

(zt)