Li Palmîra gorek komî: 40 cenazeyên jin û zarok hatin dîtin

11:57

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê dîrokî yê Palmîra gorekî komî ku tê de cenazeyê 40 jin û zarokan hene, hat dîtin.

Li gor agahiyên ajansa fermî ya Îranê gorek komî li bajarê dîrokî yê Palmîra ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatiye dîtin. Li gor heman çavkaniyê di gorê de nêzî 40 cenaze hene û gelek ji wan jî jinên hatine îşkence kirin û zarok in. Çavkanî cih dide van agahiyan; “Gora komî ya li Palmîra tenê 500 metreyan ji cihên dîrokî yê bajêr dûre. Li gor encamên pişkîninê destpêkê li ser cenazeyan hinek kes serê wan hatî jêkirin û paşê bi awayek hovane hatine qetilkirin. Artêşa Sûriyê destpêkê cenazeyê 25 kesan dibîne, paşê dema heman cih hat kulandin cenazeyê 15 kesên din jî derket ku hemû jin û zarok in.”

Li gor agahiyan artêşa Sûriyê ji bo peydakirina gorên din ên komî xebatên lêgerînê berdewam dike. Ev kar bi desteka kesên pispor hatiye destpêkirin û berdewame. Ji aliyê din ve DAIŞ îddia dike ku nêzî 3'ê hezar madeyên teqemeniyê li Palmîra bicih kiriye ku hinek ji wan di bin cadeyên asfaltê de ne ku dikare tevahiya bajêr wêran bike. Palmîra bajarek dîrokî û stratejîk ê Sûriyeyê ye ku ji 21’ê Gulana 2015’an ve ji aliyê çeteyan ve hat dagirkirin. Tê gotin ku DAIŞ’ê li Palmîra zêdetirî 400 jin û zarok qetil kiriye. Palmîra roja 27’ê Adarê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hat rizgarkirin.

(rc)