Hezex 8. care ji xaliyê xwe avadibe

14:10

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeyê Hezexê Sûryaniyan ji sala 1913'an heya 1964'an 7 car rastî komkujiyan hatine û bi êrîşê desthilatdarê AKP'ê yê sala 2016'an hêjmara komkujiyê derket 8'an. Jinên Hezexê ên ku 7 car rastî qirkirinê hatine û ji xaliyê xwe ve nûde zindî bûne gotin, "Ev axên mene, em ê terk nekin. Em li ser axên xwe bi aram dijîn."

Di dîrokê de navê Hezexê yê yekem Beyd Zabdey e. Di sala 1937'an de piştî li ser tirkiyê hat girêdan navê wê hat guhertin û bû Îdîl. Navçeya Hezexa Şirnexê ji sala 1913'e heya sala 1964'an 7 car rastî komkujî û qirkirinê hatî. Di komkujî û qirkirina ser gelê Sûryanî ên herêma Midyat, Şirnex, Hezex û Cîzêrê, navçeyê Hezexê li hember komkujiyan xweseriya xwe îlan dike û piştî her komkujî xwe ji xaliyê xwe nûde avadike.

8. car komkujî ser Kurdan pêk anîn

Herêma ku bi salan şahîdiya komkujiya ser Sûryaniyan kir, piştî sala 1970'an polîtîkayên qirkirinê li hember gelê Kurd dewam kir. Bi qedexeya ku di 16'ê Sibatê de hat îlankirin û 44 roj li taxên Yenî Mahala û Turgut Ozal dewam kir de, bi dehan mirov hatin qetilkirin û bi hezaran mal rastî hatin rûxandin. Ligel tevahî êrîş û polîtîkayên qirkirinê jinên Hezexê yek gav ji çanda berxwedaniyê ne avêtine.

'Em li ser axê xwe bi aramin'

Makbule Menderes diyar kir ku xaniyê tev hatî rûxandin û wiha qala bûyerên ku jiyankirî kir, "Li hember zilma dewletê, em ê dev ji axê xwe terk nakin. Pêdivî hebe em ê kon vedin û parastina jiyanê bikin. Ev axên mene, em ê terk nekin. Em li ser axên xwe bi aram dijîn."

'Em dev jê bernedin...'

Hatîce Çatak jî destnîşan kir ku ew bihostek axê herêmê xwe bi tevahî cîhanê naguhere û wiha got, "Eger em mirin jê em ê li ser axê xwe bimirin. Em ê li qurzikek kon vedin û bijîn, lê em ê terk nekin. Em tu car li ser axek biyanî nikarin bi aramî bijîn. Bêhna axê me xweştire, em nikarin ser axek cuda bijîn. Dixwazin bi van êrîşan me û çandê me ji holê rakin. Li beramberî vê ji bo parastina hebûn û çanda xwe em ê bijîn."

(rc)