Hevseroka Kantona Cizîrê yê nû hat hilbijartin
14:54
JINHA
AMÛDÊ - Piştî Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf ji bo Hevseroka Meclîsê hat hilbijartin, îstîfayê xwe pêşxist. Li şûna Hediye Yusuf, Heyfa Ebdulîlah Erebo wek Hevseroka Kantona Cizîrê hat hilbijartin.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf, di civîna Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê ku di 16-17’ê Adarê de hate lidarxistin de, wekî Hevseroka Meclîsê hate hilbijartin. Li ser vê yekê Hediye Yusuf ji Hevserokatiya Kantona Cizîrê îstîfa kir û ev îstîfaya wê ji aliyê Meclîsa Qanûnsaz ve hatibû erêkirin. Piştî îstîfayê, ji bo hilbijartina hevseroka nû ya Kantonê xebat hat destpêkirin. Xebat jî li gorî xala 54’an a Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Rojava tên meşandin. Ev xal erk û berpirsyariyên hevserokên kantonê, makanîzmeya namzetiyê, hilbijartin, şertên namzetiyê û destkişandina ji kar rave dike. Li gorî qanûnê Meclîsa Zagonsaz di navbera 24 û 31’ê Adarê de deriyê serlêdanên ji bo namzetiyê vekiribû.
Di nava vê demê de Heyfa Ebdulîlah Erebo ji bo hevserokatiyê hate pêşniyarkirin û pêşkêşî Dadgeha Bilind hate kirin. Dadgehê jî ev nav erê kir û şand Meclîsa Zagonsaz. Meclîsa Zagonsaz jî di civîna xwe ya asayî ku îro lidar dixe de, mijar girt rojeva xwe. Di civînê de navê Heyfa Ebdulîlah Erebo pêşkêşî dengdayîna endaman hate kirin. Di encama dengdayînê de, Heyfa Ebdulîlah Erebo bi piraniya dengê meclîsê wekî Hevseroka Kantonê hate hilbijartindin.
Piştî hilbijartinê Heyfa Ebdulîlah Erebo axaftinek kir û soz da ku ew ê ji bo xizmeta gel kar bike da. Heyfa piştre jî sûnda zagonî xwar.
(rh/hs/rc)